Li NY’yê panela lêkolîna îstîsmarkirina zarokan

Neteweyên Yekbûyî der barê îdîayên îstîsmarkirina zarokan ji aliyê leşkerên Fransî ve ji bo mekanîzmaya xwe ya hundirîn li ber çavan re derbas bike wê panelekê li dar bixe.

Neteweyên Yekbûyî der barê îdîayên îstîsmarkirina zarokan ji aliyê leşkerên Fransî ve ji bo mekanîzmaya xwe ya hundirîn li ber çavan re derbas bike wê panelekê li dar bixe.

Li gorî daxuyaniya berdevkê NY Stexwhane Dujarric a di 23’yê Hezîranê de kir li beramberî îdîayên îstîsmara zarokan wê NY di paneleke serbixwe ya pêk bîne de, wê lêkolîn bike ka mekanîzmaya wan a hundirîn çawa ye, îdîayên rayedaran û ka îhmalên pêwîst e ji cihên jor re bêne ragihandin hene yan na bêne lêkolînkirin.

Panela ku wê ji aliyê Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon ve bê avakirin di meha Tîrmehê de destpê bike. Ji Kanadayê Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Marie Deschnamps wê serokatiyê bike.

Her wiha wê di panelê de dozgerê ji bo Rûganda Dadgeha ceza ya navneteweyî Hassan Jallow û Gerînendeyê Giştî yê Weqfa Mafê Mirovan a Afrîkayê Yasmîn Sooka jî cih bigirin. Her wiha wê di derbarê armanca panelê de rapor bêye amede kirin. Di raporê de îdîayên der barê leşkerên Fransî de cih digire.

Piştî rapor hat weşandin ne tenê leşkerên Fransî; her wiha hêzên Aştiyê yên NY û mekanîzmaya hundirîn a Neteweyên Yekbûyî ya van îdîayan dimeşîne jî di bin tawanbariyê de mabû.