BI DÎMEN

Russia Today belgesela şervanên YPJ’ê çêkir

Jiyana şervanên YPJ’ê yên li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, ji aliyê Russia Today (RT) televîzyona dewletê ya Rûsya ya bi Îngîlîzî weşanê dike bû belgesel.

Jiyana şervanên YPJ’ê yên li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, ji aliyê Russia Today (RT) televîzyona dewletê ya Rûsya ya bi Îngîlîzî weşanê dike bû belgesel. Navê belgesela ji bo şervanên jin ên YPJ’ê yên bi mêran re mil bi mil li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê şer dikin: ‘Her War: Women Vs. ISIS’ e.

Belgesel behsa çîroka jina Kurd a di parastina welêt de dike. Navê belgeselê ‘Şerê wê: Jin li hember DAIŞ’ê’ ye. Belgesel ku di vê qadê de yekemîn e jinên endamên YPJ’ê, ji devê xwe behsa berxwedan û şerê xwe yên li hember DAIŞ’ê dikin.