Li Bakûba êrîşa bombeyî: 10 mirî, bi dehan birîndar

Li Bakûba ya ser bi wîlayeta Iraq Diyalayê, di dema civîna lîderên eşîra Elînda de bi wesayîteke bombebakirî êrîşekê rû da. Di encamê de reîsên eşîrê jî di nav de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.

Lîderên eşîra Ereb Elînda ya li herêmê bi bandor e, ji bo rewşa reîsê xwe Mûtlak Turkî yê çend roj berê li Diyala hat revandin binirxînin, civînek lidar xistin. Li hemberî vê civînê, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşêk pêk hat.

Li gorî agahiyên ji polîsê Diyala hat wergirtin, êrîş nîvê şevê di dema civînê de pêk hatiye. Hat ragihandin ku di nava mirovên jiyana xwe ji dest dane de Şêx Heysem El Hûm jî heye.