Li Zonguldak û Karabuk cinayeta kar

Li Zonguldakê bi ber hezaza di kana qaçax de karkerekî jiyana xwe ji dest da. Li Safranbolu ya Karabuk jî karkerek dema xebatên asansorê dikir jiyana xwe ji dest da.

Li Zonguldakê bi jer hezaza di ocaxa kana qaçax de karkerekî jiyana xwe ji dest da. Li Safranbolu ya Karabuk jî karkerek dema xebatên asansorê dikir jiyana xwe ji dest da.

Ji ber hêrsa kar û bêkontroliya hikûmeta AKP’ê û patronan cinayetên kar didomin.

AGAHÎ NEDAN EKÎBÊN TENDURISTIYÊ!

Hat diyarkirin ku li Taxa Dîlaver a Zonguldakê li qadeke ku tê gotin kaneke komirê ya taybet e, danê sibehê hezaz pêk hat. Karkerê bi navê Turgut Yilmaz ê 38 salî di bin erdê de ma û ji bo hezazê veşêrin agahî nedan ekîbên tenduristiyê. Yilmaz ê ji aliyê karkeran ve ji bin erdê hat derxistin, mesaja wî ya dil hat kirin. Kedkarên çapemeniyê yên hatin cihê bûyerê ku agahî dan ekîbên tenduristiyê Yilmaz ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturk a Zonguldak, lê Yilmaz jiyana xwe ji dest da.  

DI NAVBERA ASANSOR Û DÎWAR DE ASÊ MA

Li Safranboluyê jî karkerê bi navê Yilmaz Şîmşek ê 55 salî rastî cinayeta kar hat. Şîmşek ê di înşeateke avahiyan a li Kolana Hejmar 76 a li Taxa Bariş de dixebitî di navbera asansor û dîwar de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Şîmşek rakirin Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê.