Li Moskowê Sînema Kurd li Mîhrîcana Fîlman
Mîhrîcana Fîlman a Moskowê ku îsal cara 37’emîn tê lidarxistin bi sernavê “Fenomena Sînemaya Kurd” ve wê bi fîlmên derhenerên Kurd ên ji Tirkiye, Iraq Îran û Ermenistanê bi temaşevanan re be.
Mîhrîcana Fîlman a Moskowê ku îsal cara 37’emîn tê lidarxistin bi sernavê “Fenomena Sînemaya Kurd” ve wê bi fîlmên derhenerên Kurd ên ji Tirkiye, Iraq Îran û Ermenistanê bi temaşevanan re be.
Mîhrîcana Fîlman a Moskowê ku îsal cara 37’emîn tê lidarxistin bi sernavê “Fenomena Sînemaya Kurd” ve wê bi fîlmên derhenerên Kurd ên ji Tirkiye, Iraq Îran û Ermenistanê bi temaşevanan re be. Ev tê wateya yekem car sînemaye Kurd di mîhrîcanê de evqas zêde cih digire.
Mîhrîcana Fîlmên Moskowê ya ku ji aliyê hostayê sînemayê Sergey Eisenstein ve hate destpêkirin û îsal cara 37’emîn tê lidarxistin di 20’ê Hezîranê de li Moskowê di Şanoya Rossiyayê de destpê kir.
Di mîhrîcana ku ji Rûsya, Îspanya, Fransa, Bulgaristan, Îran û Sirbistan jî di nav de ji gelek welatan fîlm beşdar dibin de îsal fîlmên derhenerên Kurd ên ji Tirkiye, Îran, Iraq û Ermenistanê bi sernaveke cuda anîn cem hev. Fîlmên Kurd wê bi sernavên “Fenomena Sînemaya Kurd” ve derkeve pêşberî temaşevanan. Vekirina beşê dî bi fîlma Yilmaz Guney a bi navê “Yol” a ku di 1982’yan de li Mîhrîcana Fîlman a Cannesê xelata mezin a “Palmiyeya Zêrin” wergirt bê kirin.
Mîhrîcana fîlman wê heta 26’ê Hezîranê bidome.