BI DÎMEN

Raportora MPKE’ê: Kurd du caran bi ser ketin, Erdogan têk çû

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), hilbijartinên Tirkiyeyê di civîna civata giştî de di çarçoveya Rapora Delegasyona Şopandina Hilbijartinan de nîqaş kir û rapor bi pêşniyaran hat erêkirin.

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), hilbijartinên Tirkiyeyê di civîna civata giştî de di çarçoveya Rapora Delegasyona Şopandina Hilbijartinan de nîqaş kir û rapor bi pêşniyaran hat erêkirin. 

Di civîna civata giştî de 30 parlamenterên MPKE’ê û 10 pisporên hilbijartinê yên Konseya Ewropayê cih girtin û serokatiya heyetê jî endamê MPKE’ê yê Hollandayê û serokê Koma Çep Tîny Kox kir. Kox di civata giştî de bi sifata raportoriyê diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de gelek pirsgirêk hatine jiyîn û divê ev bên derbaskirin.

Kox da zanîn ku derbaskirina bendê ya HDP’ê gelek girînge û bi lêv kir ku HDP di seranserê pêvajoyê de rastî êrîşan hatine û got: “Serokkomar jî beşdarî kampanyaya hilbijartinê bûye û bi alî nêz bûye. Partiyên din ji mafên wekhev fêde negirtine. Ji ber vê jî ev hilbijartinek ne adîlane û bê alî bû.  Derbaskirina bendê ya ji sedî 10 tê wateya ku demokrasî pêş ketiye. Çûyîna me ya Tirkiyeyê û amadekarina rapora me, eleqeyek mezin dît. Tiştên ku divê Enqere bike jî cih digire. Ya ku divê encamên van hilbijartinan binirxîne TBMM ye.”

Ji Dîe Lînke ya Elmanyayê jî endamê Koma Çep a MPKE’ê Anrej Hûnko got: “Ev hilbijartin nîşan dide ku Tirkiye dikeve demek dîrokî. Ev ne tenê ji bo HDP’ê û Kurdan tenê ji bo hemû hêzên demokrasiyê diparêzin destpêkeke.”

Hûnko axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê di alî demokrasiyê de pirsgirêka heyî ne tenê bend e.  Serokkomar bêalîbûna xwe têk biriye.  Êrîşên li hemberî HDP’ê nayên qebûlkirinê. Hat gotin ku di êrîşa Amedê de hêzên DAIŞ’ê cih girtiye. Dibe ku ev rast be jî, lê berpirsyariya hikûmetê ji holê ranake.”

'SERKETIN A KURDAN E, ERDOGAN TÊK ÇÛYE'

Raportora Tirkiyeyê yê MPKE’ê Josette Durrîeu jî got: “Ya di encamên hilbijartinê de derketiye ev e: cotserketia Kurdan e, têkçûyîna Erdogan e. Serokkomar winda kiriye, Kurdan jî serketin bidest xistine. Kurdan benda ji sedî 10’î bi ji sedî 13.12’yî derbas kir û serketin qezenc kir. Serketina duyem jî pisgirêka Kurd di asta sembolîk de biriye mecraya polîtîk. Hilbijartin ne adîlane bûn.  Serokkomar muxalefet hedef dikir. HDP rastî êrîşan hat. Muzakereyan jî hîna encama ku tê payîn nedaye.  Kurdan di têkoşîna xwe de pêngavek nû dest xistine. 

'ERDOGAN Û ÇAPEMENÎ NE BÊALÎBÛN'

Endama CHP’ê Gulsun Bîlgehan jî bal kişand ser serketina HDP’ê û jinan. 

Endama ji Macar jî got Kurdan di hilbijartinê de îradeyek xurt nîşan daye. Ya Îspanyolî jî got helwesta Erdogan û hinek çapemeniyan nekare bê qebûlkirinê. Endamê Hollandayî jî got Kurdan hêza xwe ispat kiriye.