Ber bi hilbijartinê ve li Bûrûndiyê êrîşa bombeyî

Li Bûrûndiyê ku hefteyek ji hilbijartinên xwecihî re maye bûyerên şîdetê didomin.

Li Bûrûndiyê ku hefteyek ji hilbijartinên xwecihî re maye bûyerên şîdetê didomin.

Di êrîşa bombeyî ya li eyaleta Ngozî ya di bakurê Bûrûndiyê pêk hat herî kêm 4 kes mirin, 10 ji wan bi giranî 30 kes jî birîndar bûn. Bûyerên şîdetê piştî ku serokkomarê welat Pierre Nkurunziza da diyarkirin xwe ji bo 3. car xwe weke namzetê serokkomariyê nîşan daye didomin. Li tevayî Bûrûndiyê çalakiyên protestoyî rû dabûn.

Guman heye ku bûyerên şîdetê yên li Bûrûndiyê rê li ber pevçûnên etnîkî veke, ji ber fikara vê yekê nêzî 100 hezar kes ji neçarî reviyane welatên cîran.