Sê rojnamevanên Îtalyanî û yekî Fransayî hatin dersînorkirin

Bi îdîaya ku li Murşîtpinar a navçeya Riha Pirsûsê 'Bi rêyên ne qanûnî de ketine hundirê Tirkiyeyê", çar rojnamevanên Ewropayî hatin dersînorkirin.

Bi îdîaya ku ji Murşîtpinar a navçeya Riha Pirsûsê 'Bi rêyên ne qanûnî de ketine hundirê Tirkiyeyê", çar rojnamevanên Ewropayî hatin dersînorkirin.

Bi îdîaya ku ji Murşîtpinarê bi awayekî qaçaxî ketine nava Tirkiyeyê, 3 rojnamevanên Îtalnayî, 1 rojnamevanê Fransî hatin derxînorkirin.

Li gorî nûçeya Bîanetê, bi îdîaya ku hewl dane bi rêyên qaçax ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin, ji rojnameya Îtalyayê Îl Manîfesto Gîûseppe Acconcîa di 18'ê Hezîranê de û ji rojnameya Fransayê Le Fîgara Samûel Forey jî di 20'ê Hezîranê de hatine dersînorkirin. Hat ragihandin ku ji qenala RAI ya Îtalyayê V.P. û R.C. jî hatine dersînorkirin.

Ji rayedarên karên nivîsê yên rojnameya Le Fîgaro Phîlîppe Gelîe ji AFP'ê re ragihand ku xebatkarê wan Samûel Forey ê ji bo şopandina rizgarkirina Girê Spî neçar ma bi rêyên qaçax derbasî herêmê bibe, dema li qereqolê dihat ragirtin, nûçeya xwe derbas kiriye.

Ji Îl Manîfesto Gîûseppe Acconcîa jî agahî da Rojnamevanên Sînornenas (RSF) û anî ziman ku ew hatiye binçavkirin û di encamê de jî hatiye dersînorkirin.