Namzetê HDP’ê yê Serokatiya Meclîsê Mîr Dengîr Firat e

HDP’ê di civîna koma xwe de Dengîr Mîr Mehmet Firat ji bo namzetê serokatiya meclîsê diyar kir. Demîrtaş anî ziman ku divê li ser esasê rêgezan nêzîkatî çê bibe û bal kişand li ser nîqaşên koalîsyonê.

HDP’ê di civîna koma xwe de Dengîr Mîr Mehmet Firat ji bo namzetê serokatiya meclîsê diyar kir. Demîrtaş anî ziman ku divê li ser esasê rêgezan nêzîkatî çê bibe û bal kişand li ser nîqaşên koalîsyonê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştî civîna koma partiya xwe li Navenda Giştî ya HDP’ê pirsên rojnamegeran bersivand. Demîrtaş têkîldarî nîqaşên li ser koalîsyonê diyar kir ku divê rêgez bên nîqaşkirin û nirxandina “Bêyî gotina ev partî, ew partî divê alternatîfeke ku rêgezan derbasî jiyanê bide divê derkeve holê” kir. Demîrtaş diyar kir ku di nêzîkatiya koalîsyonê de helwesta wan ê hişk tuneye û nirxandina “helwesta me ya hişk tuneye lê ji rêgezan tawîzdayînê bila tu kes j ime hêvî neke” kir.

Demîrtaş li ser bibîrxistina nirxandinên MHP’ê yê “Ma em bi partiyeke ku dibêje birêz Ocalan re bên cem hev” jî îfadeyên “hevalno ez cidî nagirin. Em partiyeke ku ji gel ji sedî 13 deng girtiye. Em nêzîkatîyê bêhurmet ên bi vî rengî bêrêziya li hemberî gel dihesibînin. Hejmara parlamenterên me wek hev in. Em cidî nagirin” bi kar anî.

Piştî pirsa gotinên serokomar Erdogan ê heke koalîsyon dernekeve dê gel çareser bike hate bibîrxistin jî Demîrtaş ev tişt anî ziman: “Bêguman dê çareser bike, anîn ali ser ziman nayê wateya gotineke nû hatiye kirin.” Demîrtaş got ku ew ji hilbijartina pêşwext natirsin û wiha axivî: “Lê gel tercihên xwe danî holê, hêj sond netaye xwarin. Hêj parlamento kom nebûye qala hilbijartinê pêşwext kirinê re rast e. Heke bi rastî jî alternatîf dernekeve em ji bo hilbijartinan amade ne. Pîvanên me, dijminê gel û demokrasiyê nîne. Rêgezên demokrasiyê yên di asta herî jor de ne. Lêh eke nebe jî hewceyê tirs û panîkê nîne.”

Demîrtaş got ku di civîna komê de Dengîr Mehmet Mîr Firat ji bo namzetiya Serokê Meclîsê diyar kirine.