BI DÎMEN

Swêd TV 4: Tirkiye piştgiriya DAIŞ’ê dike

Nûçegihanê şer ê televizyona taybet TV 4 a Swêdê Stefan Borg di bernameyeke vê sibê di televizyonê de hat weşandin de wiha got: “ Tirkiye yekser û neyekser piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dike.”

Nûçegihanê şer ê televizyona taybet TV 4 a Swêdê Stefan Borg di bernameyeke vê sibê di televizyonê de hat weşandin de wiha got. Tirkiye yekser û neyekser piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dike.

Borg di roportaja ku tevlîbûyî de bersiva pirsên bernameçêker ên der barê çeteyên DAIŞ’ê de da, her wiha da diyarkirin ku dewleta Tirk bi gumana ku Kurd wê dewleteke Kurd ava bikin tevdigerin, bi mantiqa ‘dijminê dijminê min dostê min e’ tevdigere û ji ber vê jî bi her awayî alîkariya lojîstîk û leşkerî dide çeteyên DAIŞ’ê.

Borg da diyarkirin ku petrola ku çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê tînin, difiroşin Tirkiyeyê û di encama vê de gelek pere bi dest xistin, Erdogan û hikûmeta van îdîayan napejirînin lê TIR’ên MÎT’ê yên bi tijî çek ên derdikevin jî dide nîşandan ku peywendiyên pir xurt di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de heye.

Borg piştî bibî rxist ku ji aliyê hemû cîhanê ve baş tê zanîn çeteyên DAIŞ’ê seriyan jê dikin, îşkence û reşkujiyên ji derveyî mirovatiyê dikin, piştre jî bal kişand ser nakokiya ku DYA bi hewayî DAIŞ’ê bombebaran dike û hêzên Kurd jî ji bejahiyê de li hember çeteyan şer dikin, li gel vê Tirkiye ya ku dostê DYA’yê û endamê NATO’yê ye jî tam berevajiyê vê dike.