ROJANE
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan işaret bi bûyerên li Rojhilata Navîn kir û got, "Em rêgeha xwe bi hev re diyar bikin." Bakirhan got, "Bila rêgeha me Banga Aştî û Civaka Demokratîk be. Bila rêgeha me komara demokratîk be."
Hevdîtina navbera Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û lîderê MHP'ê Devlet Bahçelî 40 deqeyî dewam kir.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat anî ziman ku biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikarin bikevin pratîkê û got, "Tenê Rêber Apo dikare çekê ji şervanan bistîne."
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît xwest ku ji bo pêçandina birînên civakî demildest gavên qanûnî bên avêtin û got, "Divê pergala darazê bi tevahî di ber çavan de bê derbaskirin."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari baş kişand ser nîqaşên guherîna qanûna bingehîn yên di rojevê de û diyar kir ku armanca wan a sereke pêngavên demokratîkbûyînê ne.
Hemû Nûçe
-
-
-
Vergîat: Serketiyê hilbijartinê HDP ye
Endama Eniya Çep a Fransayê (Front de Gaûche) Vergîat diyar kir ku encama HDP'ê bi dest xistiye, neserketiya polîtîkayên otorîter û tinehesibandina hindikahiyan ên AKP û Erdogan e.
-
Çavdêrên Swêdê: Gefa mirinê li me hat xwarin
Çapemeniya Swêdê da xuyakirin ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi têkçûna hikûmeta AKP’ê bi dawî bûye. Di çapemeniya nivîskî û dîtbarî de nûçeyên li ser gefên mirinê yên li çavdêrên Swêdê yên li ser sindoqan hatin xwarin, derketin pêş.
-
Dogan: Êdî canên Îzmîrî û Elewiyan li Meclîsê hene
Dogan got, "Êdî can, hevrêyên Elewiyan li Meclîsê hene. Di her kêliyê de em ê xwe bigihînin hev. Em bi pirsgirêkên bawerî, rê û erkana xwe dizanin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê bixebitin."
-
Li gelek navendan coşa serketina HDP’ê didome
Piştî HDP'ê di hilbijartina giştî de bend ji sedî 13.1 derbas kir, bi sedhezaran alîgir û dilxwazên HDP'ê bi boneya serketina HDP'î pîroz bikin, bi maşîneyên xwe derketin kolanan û dest bi pîrozbahiyê kirin.
-
-
-
-
-
-
-
ESP Kurdistan: Ev serketin a ME ye
ESP Kurdistan a encamên hilbijartinê nirxand diyar kir ku yekane serketiyê hilbijartinê HDP ye û got: "Yanî ev serketin a ME ye. Niha rêya me dirêj e. Niha merheleya herî nû û dijwar a têkoşînê li benda me ye.”
-
Yuksek: Civaka Tirkiyeyê guhertinê dixwaze
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, ji bo encama di sindoqan de derket got: “Civaka Tirkiye guhertinê dixwaze.” Yuksek diyar kir dibe ku pêvajoyeke nû destpê bike û bersiv da daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Akdogan a têkildarî pêvajoya çareseriyê.
-
Balûken bersiv da Akdogan
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken, bersiv da gotina cigirê Serokwezîr Yalçin Akdogan ya wekê ‘HDP wê ji vir şûnde fîlmê pêvajoya çaraseriyê çêke’ û got: “Ev, gotina siyasetmedarên ku li qada şer têk çûne ye.”
-
-
FEDA: Mirovahî bi ser ket
FEDA'yê destnîşan kir ku HDP'ê bi serketina xwe re benda ji sedî 10'an a destûra bingehîn a darbeyê bêwate kiriye û got, "Di vê hilbijartinê de dîktatoriyê û medya dîktatoriyê winda kirin."
-
-
Li Swêdê serketina HDP'ê hat pîrozkirin
HDP’ê di hilbijartinên giştî yên Tirkiye û Kurdistanê de ji sedî 13 deng girt û bend derbas kir. Piştî vê li bajarên Stockholm, Goteborg û Gavle yên Swêdê, Kurdistanî û Tirkiykeyî daketin qadan û ev serketin pîroz kirin.
-
Bi vîna gel ber bi jiyanek nû ve
Parlamenterên HDP’ê Pervîn Bûldan, Beyza Ustun, Fîlîz Kerestecîoglû, Garo Paylan û Alî Kenanoglû dan zanîn ku li Tirkiyeyê li dijî zilm û quretiyê, aştî û biratiya gelan qezenç kiriye.
-
-
"Ev hînê destpêk e, têkoşîn dewam dike"
Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropayê destnîşan kir ku girseyên bindest ber bi desthilatdariyê ve dimeşin û got, "Ev hînê destpêk e, têkoşîn dewam dike.
-
Serketina HDP'ê li Venlo hat pîrozkirin
Li bajarê Hollanda Venloyê serketina HDP'ê ya hilbijartinê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya li Meydana Stasyonê ya Venlo de, gelek welatî amade bûn. Pîrozbahî bi teqandina fîşekên hewayî bi dawî bû.
-
-
Coşa serketina HDP'ê li Elmanyayê
Li gelek bajarên Elmanyayê serketina HDP'ê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li Berlînê de parlamenterê Dîe Lînke Andrea Hûnko peyivî û got, "Ev projeya Ocalan bû û bi israr parast."