HDK’ê encamnameya civîna meclîsa giştî aşkera kir
Di encamnameya civîna giştî ya meclîsa HDK’ê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bê bidawîkirin
Di encamnameya civîna giştî ya meclîsa HDK’ê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bê bidawîkirin
Di encamnameya civîna giştî ya meclîsa HDK’ê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bê bidawîkirin. HDP’ê da diyarkirin ku gelan bi serketina hilbijartinê re bersiv daye AKP’ê, her wiha ji aliyê hêzên YPG/YPJ paqijkirina Girê Spî (Til Ebyad) ji çeteyên DAIŞ’ê jî hat silav kirin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) encamnameya civîna meclîsa giştî ya ku di 21’ê Hezîranê de li darxistibû aşkera kir.
‘BERSIV DAN AKP’Ê’
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku bi serketina hilbijartinê ya HDP’ê re hêviya ‘jiyanek nû’, vîna bi hev re jiyana demokratîk bihêz bûye. Her wiha hat gotin ku “Pêwîst e destketiyên me li Sûriyeyê bi şoreşa Rojava, li Yewnanistanê serketina Syriza , li Spanyayê jî bi serketina Podemosê yên hilbijartinê re bêne destgirtin, em dizanin ku wê ji bo pira ku di navbera gelan de bêye avakirin de bibin hîmên bingehîn.”
Di encamnameyê de hat gotin ku bersiva baş danea AKP’ya pêvajoya çareseriyê dicemidîne û israra aştiya mayînde îstîsmar dike
Daxuyanî wiha bi dawî bû:
Dirûşmeya di pêvajoya hilbijartinê de ku weke “Em Ber Bi Meclîsê Ve” di dema nû de em ê bi nêzîkatiya “Em ber bi Meclîsên Gelan ve” derbasî jiyanê bikin. Em ê hewl bidin daxwazên ji aligir, meclîsên me yên xwecihî derdikevin, biryarên em digirin ji bo di meclîsê de bi şêweyekî hîn xurttir anîna ziman bixebitin. Em ê “jiyaneke nû” ya azadîxwaz ku kolan, tax û em têde xwedî gotin û biryar in ava bikin