Wê sê parlamenterên HDP’ê tevlî merasîma sondxwarinê nebin
HDP'ê diyar kir ku wê parlamenterên HDP’ê Yildirim, Irgat û Tûran tevlî merasîma sondxwarinê nebin.
HDP'ê diyar kir ku wê parlamenterên HDP’ê Yildirim, Irgat û Tûran tevlî merasîma sondxwarinê nebin.
HDP'ê diyar kir ku wê parlamenterên HDP’ê Yildirim, Irgat û Tûran tevlî merasîma sondxwarinê nebin.
Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken der barê parlamenterên wê tevlî merasîma sondxwarinê nebin de daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Parlemanterê me yê Mûşê Birêz Ahmet Yildirim ji ber wefata xezûrê xwe, Parlamenterê me yê Edeneyê Birêz Ridvan Tûran ji ber emeliyata ku derbaa kir û Parlamentera me ya Bedlîsê Birêz Mizgîn Irgat jî ji ber qezaya trafîkê ya ku dayik û xwişka wê derbas kir wê tevlî merasîma sondxwarinê nebin. Em sersaxiyê ji Birêz Yildirim, ji Birêz Tûran û Irgat re jî şîfaya xêrê dixwazin. Parlamenterên me wê di rûniştina destpêkê ya civata giştî ya tevlî bibin de wê sond bixwin û wê tevlî xebatên zagonsaziyê bibin.”