Yîgîtalp: Walî xwest hewldana lînçê binixumîne
Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp a piştî êrîşa li hemberî 3 Kurdên li Eskîşehîrê bi Walî, Midûrê Emniyetê û Qeymeqam re axivî anî ziman ku rayedar hewl didin hewldana lînçê ya nîjadperest binixumînin.
Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp a piştî êrîşa li hemberî 3 Kurdên li Eskîşehîrê bi Walî, Midûrê Emniyetê û Qeymeqam re axivî anî ziman ku rayedar hewl didin hewldana lînçê ya nîjadperest binixumînin.
Heyeta HDP'ê ku di nav de parlamentera Amedê Sîbel Yîgîtalp jî heye, li Eskîşehîrê bi malbatên rastî êrîşa nîjadperestî hatin re, hevdîtin kir.
3 karkerên Kurd ên beriya 3 salan ji bo karê demssalî bikin ji Mêrdînê berê xwe dan navçeya Eskîşehîr Saricakayayê, rastî erîşa nîjadperestî hatibûn. Êrîş li dawetekê rû da bû, ku malbatên Kurd jî hatibû vexwendin.
Şaredarê AKP'yî Farûk Guler û keya bi gotina 'dane dû keçên me' mirovên li wir sor kirin û koma ji 200 kesan êrîşî 3 ciwanên Kurd kirin.
Nîjadperestan bi ço û keviran êrîş kirin û her sê karkerên Kurd xwe ji lînçê bi birîndarî rizgar kirin. Ji birîndaran Bayram û Kadrî Bag piştî dermankirina li serwîsa lezgîn ji nexweşxaneyê derketin, lê Sabrî Bag ji ber derbên giran li serê wî ket, hînê li servîsa lezgîn tê ragirtin. Rewşa Bag hînê krîtîk e.
Êrîşkarên nîjadperest, piştî lêdana 3 ciwanan êrîşî malên Kurdan jî kirin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp û heyeta pê re, li ser êrîşê çûn Eskîşehîrê û ciwanên rastî êrîşê hatin û malbat ziyaret kirin. Yîgîtalp a der barê êrîşê de agahî wergirt, dûre bi Waliyê Eskîşehîrê, Midûrê Emniyetê û Qeymeqeamê Saricakaya re axivî.
Yîgîtalp li ser van hevdîtinan agahî da û anî ziman ku 11 malbat piştî êrîşê ji neçarî koçî Eskîşehîrê kirine. Yîgîtalp got, "Li Eskîşehîrê xwe li konên ji naylon ên karkerên çandiniyê lê dimînin, girtine. Biryar dane ku Saricakaya bi temamî biterikînin. Wê îro alavên xwe yên li navçeyê werbigirin û biçin. Lê belê ne diyar e ku 11 malbat wê bi ku ve biçin."
'BÛYEREKE JI BERÊ VE HATIYE PLANKIRIN E'
Yîgîtalp da zanîn ku rayedarên fermî bi gotina 'bûyer mijara der heqê keçan de ye' hewl dane êrîşa nijadperestî binixumînin û got, "Me hewl da vebêjin ku bûyer ne mijareke edlî ye. Lê belê hewl dan vê lînça nîjadperestiyê binixumînin. Diyare bûyereke ji berê ve hatiye plankirin e. Keya ji malbatan re dibêje 'ciwanên we didin pey keçên me'. Keya bang li ciwanan dikin ku bên cem wî. Dema ciwan tên, koma bi ço û daran êrîşî ciwanan dikin û li wan didin."
Yîgîtalp da zanîn der heqê êrîşkarên 3 ciwan birîndar kirin de tiştekî qanûnî nehatiye kirin û got, "Polîtîkayên şer ên desthilatdariyê di jiyana rojane de li dijî Kurdan vediguherin lînçê. Em bi fikar in ku lînçên bi heman rengî li Eskîşehîrê di dema pêş de jî rû bidin."