Yuksekdag: Di hilbijartina pêşwext de armanca me ji sedî 20 e

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag diyar kir ku di hilbijartina pêşwext a 1'ê Mijdarê de armanca wan wergirtina ji sedî 20 ê dengan e.

Hevserokên HDP'ê yên Bajaran, bi beşdariya Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag civînek lidar xistin. Yuksekdag beriya civînê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Yuksekdag di destpekê de bal kişand ser hikûmeta demkî ya hilbijartinê û diyar kir ku Serokwezîr Davûtoglû bi daxuyaniyên duh re li hemberî partiya wan siyaseta dijberiyê didomîne û got: "Tevî ku ji me re ti agahî û bang nehatine kirin jî hin derdor ji bo HDP di nava hikûmeta hilbijartinê de cih negire di nava hewldanan de ne. Lê di vê pêvajoyê de ez bawer dikim ku hemû partî wê bi vê berpirsiyarê rabin, mafê xwe bi kar bîninn û divê xwedî li derbikevin. Tirkiye niha bi hilbijartineke înyadkirinê re rû bi rû ye. Gelên Tirkiyeyê nexwestin biçin vê ser sindoqan. Saziyên siyasetê ji bilî AKP'ê nexwestin. Di vê demê de ji bo vîna gel biparêzin di hikûmeta hilbijartinê de cih girtin berpirsiyariyek e. Ji bo pêşiya vî mafî bigirin nêzîkahiyê fîlî hene. Helwestên dijber ên li hemberî HDP'ê didomîn. Ne pêkane em vê yekê qebûl bikin."

JI BO WEZARETAN NÎQAŞ LI SER NAV NÎNE

Yuksekdag diyar kir ku di civîna wan a Desteya Rêveberiya Navendî de wezaretên ku di hikûmeta hilbijartinê de cih bigirin nîqaş li ser nehatiye kirin û wiha got: "Hemû parlementerên me dikarin vê wezîfeyê bi cih bînin. Bi taybetî jî li ser navan nîqaş nayê kirin. Wê ji vir û şûn ve li gorî pêvajoya ku pêş bikeve li ser navan nîqaş bên kirin."

DIVÊ NÎVÊ DESTEYA WEZÎFEYAN JI JINAN PÊK WERE

Yuksekdag da zanîn ku wan duh der barê wezîrên jin de pêşniyarên xwe kirine û wiha dom kir: "Tişta ku divê pêk bê ew e ku nîvê desteya wezîran jin be. Em vê yekê di nava partiyê de wekî feraset pêk tînin. Nêrînek demokratîk ku bê nîşandan wê ev yek bi civakê jî nefesê bide stendin." 

Yuksekdag da xuyakirin ku heta niha ji desteyên partî û hevserokên wan re bi awayekî fermî daxwazek wezîrtiyê nehatiye kirin û wiha pêda çû: "Dibe ku di kulîsan de li ser hatine axaftin. Lê heta niha tiştek ku ji rêxistinên partiya me re hatibe gotin nîne."

Yuksekdag anî ziman ku bijartina nav di fermiyetê de mafê Serokwezîr Davûtoglû ye û got, "Lê heta niha me ev yekê derbas kiriye. Ji ber wê jî ev nav divê di çarçoveya neteweya demokratîk de bi me re bê parvekirin. Divê bi awayekî diyalog û di çarçoveya rêzdariya siyasetê de pêvajo pêş bikeve û li ser navan bi me re nîqaş bên kirin." 

'ARMANCA ME JI SEDÎ 20 E'

Yuksekdag da zanîn ku wê hevserokên wan di hikûmeta hilbijartinê de cih negirin û wiha bi lêv kir: "Wê hevserokên me ji bo hilbijartina pêşwext a 1'ê Mijdarê amedekariyên xwe bikin. Hedefa me ya di vê hilbijartinê de ji sedî 20 deng girtine. Divê em bigihîjin rêjeya dengek ku li Tirkiyeyê guhertin pêk bên. Em îro tenê xwe wekî muhalefeta sereke nabînin û di vî sînorî de nîn in. Ji bo li Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk di rêveberiyê de guhertin bên kirin divê vîna gel di sindoqan de derkeve pêş. Li Tirkiyeyê partiya ku vê guhertinê pêk bîne tenê HDP ye. Ji ber wê jî divê rêjeya dengek ku namzeda rêveberiyê be bigire. Rejîm pêvajoya guhertinê dijî. Hin kes dixwazin bi awayekî faşîzane rejîmê biguherînin. Divê di 1'ê Mijdarê de guhertinek gel ku pêk bîne çêbibe."