Li Hopayê karesata lehiyê: 8 mirî, 2 winda

Navçeya Hopa ya Artvînê ji ber lehiya zêde di bin avê de ma. Tê diyarkirin ku herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî winda ne.

Navçeya Hopa ya Artvînê ji ber barana zêde di bin avê de ma. Tê diyarkirin ku herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî winda ne.

Ji ber barana zêde ya li herêma Rojhilatê Derya Reş, li navçeyên Artvînê karesateke mezin a lehiyê rû da. Li navenda navçeya Hopa tax û cade di bin avê de man.

Gelek mal û dikan ku di bin avê de man, li Taxa Orta Hop xaniyek ji ber lehiyê hilweşiya. Li gundê Yoldere jî herî kêm di du malan de hezaz çêbû. Li navçeya Borçka jî ji ber Çemê Çoruh av zêde bû lehî rabû.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku gelek mirî û birîndar anîne nexweşxaneya navçeyê ya Hopa, ji ber têr nekiriye hin birîndar birine bajarên derdor. Çavkaniyan diyar kirin ku hê jî mirovên di bin hezazê de hene.

Waliyê Artvînê Kemal Cîrît diyar kir ku 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî winda ne.