Bîlgen: Em ê ji bo Hopa kampanyaya piştevaniyê pêk bînin

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen, ji gelê Hopa re sersaxî xwest, diyar kir ku wê tenê heyetekê neşînin, wê kampanyaya piştevaniyê jî bi rê ve bibin.

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen di dema Desteya Rêveber a Navendî ya li Enqereyê dewam dike, civîna çapemeniyê li dar xist û pêşketinên dawî yên siyasî nirxand.

Bîlgen ê sersaxî ji gelê Hopa re xwest got, “Em ê heyetekê bişînin. Lê ne tenê ev. Ji bo aştiya civaka Tirkiyeyê jî em ê kampanyayeke piştevaniyê bi rê ve bibin."

Bilgen ê bal kişand ser êrîşên li hember partiya xwe û ji bo berpirsyarên van êrîşan bên dîtin bang li desthilatdariyê kir.

Bîlgen xwest êrîşên li hember gelê sivîl bi dawî bibin.

'XWERÊVEBERÎ MAFEKÎ ÎNSANÎ YE'

Berdevkê HDP’ê Bîlgen piştî daxuyaniyê bersiv da rojnamevanan. Bîlgen li ser pirsa girtina şaredaran got: "Me gotibû ku xwerêveberî mafekî mirovî ye. Egereke demokrasiya beşdar e, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê tiştekî girîng e. Lewma ev girtin qet nayên qebûl nayên qebûlkirin. Xweseriya demokratîk ne tenê ji bo herêmekê ye. Ji bo tevayî Tirkiyeyê projeyeke jiyana bi hev re û firsendeke aştiyê ye."

Bîlgen li ser pirsa hikûmeta hilbijartinê jî diyar kir ku di mijara wezîran de ne li aliyê bazariyan e û usul girîng e. Bîlgen got: "Hikûmeta hilbijartinê ne koalîsyoneke. Li ser lihevkirina partiyan nayê avakirin. Bi armanca pêkanîna ewlehiya hilbijartinê ye û nehêle çavkaniyên gelemperiye ji bo partiyekê bên xerckirin mekanîzmayeke ku hemû partî tevlî dibin.”