Demîrtaş: Divê AKP dest ji polîtîkayên dînîtiyê berde

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir ku civak aştiyê dixwaze, lê AKP û Erdogan vê daxwazê nabînin û got, "Pêwîste hikûmet tavilê dest ji van polîtîkayên dînîtiyê yên welêt ber bi felaketê ve dibin, berde."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir ku civak aştiyê dixwaze, lê AKP û Erdogan vê daxwazê nabînin û got, "Pêwîste hikûmet tavilê dest ji van polîtîkayên dînîtiyê yên welêt ber bi felaketê ve dibin, berde."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya li Enqereyê bersiv da pirsên rojnamevnan. Demîrtaş bi bîranîna welatiyên di karesata lehiyê ya li Artvînê de jiyana xwe ji dest dan, dest bi axaftina xwe kir û ji malbatan re sersaxî xwest.

Demîrtaş der barê pirsa li ser nav û wezaretên ji HDP'ê de ev bersiv da: "Partiya me beriya niha ev mijarê di civîna berê ya Desteya Rêveberiya Navendî de nirxandibû û helwesta xwe zelal kiribû. Em ê ji ber berpirsyariya ji 6 mîlyon zêdetir kesên ku deng dane me, ji bo mafê wan ê nûnertiyê di hikûmeta hilbijartinê de cih bigirin. Ev ne hikûmetek koalîsyonê ya bi AKP'ê re ye. HDP, ji bo ewlehiya hilbijartinê û ji bo derfetên desthilatdariyê neçe partiyekê biryar daye ku di hikûmetê de cih bigire. Hemû parlamenterên me dikarin bibin Wezîr. Nîqaşa me ne nîqaşa wezaret û navan e. Lê bangawaziya min ji birêz Davûtoglu re ev e. Nîvê civak û hilbijêrên Tirkiyeyê jin in. Divê nîvê endamên hikûmeta were avakirin jî jin be."

'HIKÛMET GUH NADE BANGAWAZIYAN'

Demirtaş der barê pirsa bangawaziya wî ya agirbestê û bersiva KCK'ê de jî ev nirxandin kir: "Yê ku guhê xwe ji bangawaziyan re digire hikûmet e. Serokomar bi xwe ye. Ne tenê HDP hemû civaka Tirkiyeyê aşitiyê dixwaze. Em qîrînên li cenazeyan dibihîsin. Eger mirina zarokên me êşa me ya hevpar e, divê em dengê xwe bilindtir bikin ku em ê nehêlin zarokên me ji bo desthilatdarî û berjewendiyên hin kesan bidin kuştin. Ti kes di cihê diyalog û muzakereyan de nabe alîgirê şer. Di nuqteyek ewqas baş de tenê ji bo HDP'ê di bin bendê de bimîne û bi hêrsa ku ji şer sûd wergire û bibe desthilatdar mafê ti kesî tine ye ku welat gav bi gav ber bi felaketê ve bibe. Wê di hilbijartinê de jî piştî hilbijartinan jî hesabê vê bidin lê bêdengkirina çekan di heman demê de daxwaza civakê ye. Hikûmet nikare ji wê re guhê xwe bigire. Civak pevçûn û şer naxwaze." 

'KÊM ZÊDE BI LÎSTEYA BERÊ EM Ê DERKEVIN PÊŞBERÎ GELÊ XWE'

Demîrtaş der barê pirsa lîsteya parlementeran a di hilbijartina pêşwext de jî wiha axivî: "Piştî ku hemû desteyên me nirxandinan bikin em dikarin bersiv bidin. Parlamenter çend meh berê hatin ser kar, bi lîsteyek ku guherînên berfireh werin kirin wateya wê nîne ku derkevin pêşberî civakê. Civak lîsteya me pesend kiriye. Kêm zêde bi heman lîsteyê em ê derkevin pêşberî gelê xwe."

Demîrtaş der barê nîqaşên ku HDP li derveyî hikûmeta hilbijartinê ya pêşwext were hiştin jî ev bersiv da: " Darbeya Qesrê di meriyetê de ye. Eger darbeyê kûrtir bike divê mirov şaş nemîne. Eger hikûmete hilbijartinê ya bêyî HDP'ê ava bikin û destûra bingehîn binpê bikin divê mirov şaş nemîne. Her roj her saet destûra bingehîn binpê dikin. Ji ber vê, dibe tiştek wisa bikin û em pê şaş namînin lê gunehê wê giran e."