Hevserokê berê yê Rêxistina DBP'ê ya Tarsûsê hat girtin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tarsûsê Ahmet Kizmaz bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin.

Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tarsûsê Ahmet Kizmaz ê di 18'ê Tebaxê de hat binçavkirin û bi îdîaya "endametiya rêxistinê" sewqî dadgehê kir û ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, li ser dijderketina dozgeriyê li dadgehek payebilindtir, biryara girtina wî hat dayîn. Polîsan avêtin ser mala Kizmaz û ew kirin binçavan.

Li dû ragirtina li emniyetê Kizmaz, dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew radestî dadgehê kir.

Pitşî wergirtina îfadeya li dadgehê Kizmaz bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin.