Li Dîlokê herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
Li Dîlokê, di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.
Li Dîlokê, di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de, operasyonên qirkirina siyasî bi dijwarî dewam dikin.
Li navçeya Dîlok Şehîtkamîlê, polîsên tevgera taybet avêtin ser gelek malan û tevî Rêveberê DBP'ê yê Navçeya Şehîtkamîl Muslum Dalsal, kurê wî Mehmet Dalsal, welatiyên bi navê Omer Taş, Mehmet Erdal, Mehmet Aslan û Rûken Yildirim herî kêm 10 kes girtin binê çavan.
Hat ragihandin ku binçavkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Dîlokê û fikar hene hejmara binçavkiriyan zêde bibe.