Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Artvînê Yilmaz Topaloglû li gor saet 10.20’an têkildarî tiştên li navçeyê rû didin ev agahî da:
"Navçeya me bi temamî veguheriye xirbeyekê. Hilweşîneke mezin heye. Em hewl didin encaman tespît bikin. agahî tên ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 20’an. Lê ev agahî hê nehatiye teyîtkirin. Lê her deqeya diçe tê ferqkirin ku tablo giran dibe. Niha li navçeyê elektrîk û av nîne. Binesazî hilweşiyaye.”
Topaloglû da xuyakirin ku gel hewl dide bi derfetên xwe birînên xwe bipêçe û got: "Pêwîst e bilez makîneyên kar bişînin vir, ji bo karesateke din rû nede menfezan çêbikin. Ji ber Hopa hê jî di bin rîskê de ye.”