Li taxa Şehît Firat a navçeya Wan Artemêtanê, polîsên ku duh bi şev bi dehan maşînên zirxî dor li taxê girtin, bi bombeyên gazê êrîş kirin. Di dema pevçûna navbera polîs û ciwanên xwe diparastin de, Ferman û Fatma Acar ragihiştin neviyê xwe Lînda û derketin derve. Lê ji ber sixêf û heqaretên polîsan ên ji maşîna zirxî kirin, her du extiyar bi neviyê xwe re ketin hundir. Ji ber bombeyên gazê extiyar û neviyê wan ji ser hişê xwe çûn. Cîranên ku bi rewşa wan hesiyan, bang li ambûlansê kirin. Lê belê ji ber ku ambûlans li cihekî nêzî bûyerê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin, cîranan ew rakirin nexweşxaneyeke taybet. Piştî tedawiyê her du extiyar û neviyê wan danê sibehê ji nexweşxaneyê derketin.
Ferman Acar ê 80 salî ku bi zorê hilmê distîne, anî ziman ku polîsan bi zanebûn bombeya gazê avêtine mala wan. Fatma Acar jî nerazîbûn nîşanî terora polîsan da û got, "Ev çi ji me dixwazin. Her şev zilmê li me dikin. Ew ji me dixwazin ku em malên xwe biterikînin, lê belê em ê malên xwe neterikînin."