Şoreşgerên Hopayî dest bi xebatên alîkariyê kirin

Maseya Piştevaniya Sivîl a Afetê ya Hopayê, ku ji bo pêçandina birînên gelê Hopa ji aliyê şoreşger û saziyên demokrat ve hat avakirin, duh êvarê çû gund û taxan û nan, av û xwarina germ li mirovan belav kir.

Maseya Piştevaniya Sivîl a Afetê ya Hopayê, ku ji bo pêçandina birînên gelê Hopa ji aliyê şoreşger û saziyên demokrat ve hat avakirin, duh êvarê çû gund û taxan û nan, av û xwarina germ li mirovan belav kir.

Nûrcan Vayîç a HDP'yî ya di nava vî karî de cih digire, anî ziman ku ew duh êvarê çûne Kanlidere û Sûgoren a weke Hopa navendî tê naskirin.

Vayîç der barê xebatên xwe de ev agahî da: "Li Kanlidere kêmasî hatin tespîtkirin, av û nan li gel hat belavkirin. Du caran em çûn Sûgorenê. Li Sûgoren hilweşîneke mezin heye. Dema em çûn me dîtin ku ji şaredariyê yan jî ji saziyên dewletî bi tenê jî neçûye. Yanî ji lehiyê û vir ve tiştek nehatiye kirin. Me xwarina germ belav kir. Îro jî hem xebatên tespîtkirina xisarê hem jî alîkarî wê dewam bikin. Elektrîk hat. Vê yekê karê me hêsan kir. Qet nebe wê îro nan ji firinan derkeve."

Heyetek ji parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Beyza Ustun û Garo Paylan, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Hatîce Altinişik û Hevşaredarên DBP'ê û pisporên tenduristiyê, wê li Hopayê lêkolînan bike û tevlî karê alîkariyê bibe.

CENAZE HATIN VEŞARTIN

Cenazeyên 8 kesên di karesata lehiyê de jiyana xwe ji dest dan, duh hatin veşartin.

Hacer Kara, Altan Kara û Fûnda Toksoy piştî nimêja li mizgefta taxa Orta Hopa, li goristana malbatê ya li heman cihî, Nermîn Demîr piştî nimêja li Mizgefta Navendî li taxa Yûkari Kûledîbî, Emniyet Gedîk, Unsal Gedîk û Erdal Eren Gedîk jî piştî nimêja li Mizgefta taxa Jêrîn a gundê Yoldere, li goristana gundê Yoldere hatin veşartin. Cenazeyê Sabrî Acibadem jî piştî nimêjê hat veşartin.

Maseya Piştevaniya Sivîl a Afetê ya Hopa, tevlî merasîma cenaze ya li Yoldere bû, ku 3 kes lê hat veşartin.

Waliyê Artvînê û Qeymeqamê Hopayê yên tevlî merasîmê bûn, rastî nerazîbûna gel hatin. Gel ji wan re gotin, "Hûn bi kîjan rûyî tên? Em ê li çareya serê xwe binêrin, em dewletê li vir naxwazin." Li ser nerazîbûnan walî û qeymeqam bi lez û bez ji merasîma cenaze derketin.