Li Stenbolê 'Banga Aştî û Çareseriyê’

Aktîvîsta BÎKG'ê di panela "Banga aştî û çareseriyê" ya ji aliyê Platforma DGD'ê ve hat organîzekirin de axivî û diyar kir ku sedema muzakere xelasbûnê mekanîzmayên navneteweyî nehatin avakirin bû.

Aktîvîsta BÎKG'ê di panela "Banga aştî û çareseriyê" ya ji aliyê Platforma DGD'ê ve hat organîzekirin de axivî û diyar kir ku sedema muzakere xelasbûnê mekanîzmayên navneteweyî nehatin avakirin bû. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî diyar kir ku kurd ji bo li Rojhilata Navîn xwe biparêzin hewcehî bi statuyekê heye. Parlementerê HDP'ê Osman Baydemîr jî wiha got: "Di dema ji aştiyê û bêçekbûnê de gavek mayî û derê aştiyê vebibe şer dest pê kir."

Platforma Komeleyên Dogu-Guneydogu (DGD) li Navenda Çandê ya Şîşliyê panela "Banga aştî û çareseriyê" li dar xist. Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Aktîvîsta Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê (BÎKG) Nazan Ustundag, Hevberdevkê Bloka Aştiyê Gençay Gursoy, Rojnameger Işil Ozgenturk tevlî panelê bûn. Moderatoriya panelê Fehîm Işik kir. Panelê bi slayta ji geşedanên siyasî yên ji pêvajoya çareseriyê ya di Newroza Amedê ya sala 2013'an de destpê kir.

DAŞ: JI ŞER RE VEGER JI KOMKUJIYAN RE VEGER E

Serokê DGD'ê Abdulhekîm Daş diyar kir ku gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata navîn li hemberî geşedanên gelek wehîm in. Daş anî ziman ku Tirkiye dest ji pêvajoya çarserî û aştiyê berda û careke din vegeriya polîtîkayên şer û vê yekê jî ji komkujiyan re bingeh amade kir. Daş da zanîn ku gelê urd di her demê de rastî komkujiyên dewletê hat lê her tim xwe li ser piyan girt. Daş bilêv kir ku dewleta li hemberî komkujiyên DAIŞ'ê dest bi tevgerê nekirin piştî li Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin li hemberî PKK'ê şer da destpêkirin. Daş got ku divê demildest careke din vegerin pêvajoya çareserî û muzakereyan.

Daş, daxwazên DGD'ê wiha rêz kirin:

"*Li cihê jiyan û jiyandin hebe em mirin û kuştinê naxwazin.

*Em naxwazin li ser xwez, dîrok, nirxên me yên çandî û bajarên me riyan çêbikin.

*Em heremên qedexe û şewatên daristanan naxwazin.

* Em naxwazin azadiyên me ji me bên girtin û demokrasî bê tunekirin.

*Em naxwazin jin bên piçûkxistin û rencîdekirin."

ŞEN: HEREMÊN QEDEXE BÊHIQÛQÎ NE

Endamê Platforma Şopandina Koçberiya Marmarayê Hasan Şen ên ku li Şirnex û Dêrsîmê lêkolîn kirin jî got ku "heremên qedexe" tenê bi heremekê re bi sînro nîn e û sînorên wê nediyar in. Şen diyar kir ku heremên qedexe li dijî hiqûqê ne.

GURSOY: EM DI PÊVAJOYEKE ZILAM DEWLETÊ LI ASTA HERÎ JOR E

Hevberdevkê Bloka Aştiyê Gençay Gursoy jî wiha got: "Em di pêvajoyekî zilam û zordariya dewletê ya ku bi dehan salan em şahidîniya wê dikin li herî asta jor de ne. Rewşa em niha dijîn qesr û hikûmet bi tu awayî taluke nabîne. Gelo hêj riyên siyasete demokratîk li Tirkiyeyê hene? Heke ev qanal vekiribin divê ya pêvîst bê kirin.

USTUNDAG: JI BER KU MEKANÎZMAYÊN NAVNETEWEYÎ NEHAT AVAKIRIN PÊVAJO XERA BÛ

Aktîvîsta BÎKG'ê Nazan Ustundag jî got ku li cihanê 118 mînakên muzkareyan hene her pêvajo jî hema bibêje 5 caran xina bûne ji bo ku xira nebin mekanîzmayên navneteweyî hatine avakirin lê ji ber ku li Tirkiyeyê ev mekanîzma nehatine avakirin pêvajo hatiye vî astê. Ustundag da zanîn ku nebûna jinan li maseyên muzakereyan pirsgirêkeke mezin e jin ji desthalatdariyê zêdetir fikarên civakê li maseyê digirin. Ustundag anî ziman ku bendewariyên hikûmeta AKP'ê û yên KCK'ê û tevgera kurdan cuda ne, armanca hikûmeta AKP'ê tasfiyekirina tevgera kurd e.

Ustundag destnîşan kir ku di şer de herî zêde jin êşê dikişînin, daxwazên jinan girîng in lê li ser van jinan hate xwestin dersan bidin derûdorên cuda ji ber vêyekê jî jin li hemberî vê yekê bi bertek in. Ustundag got ku ew weke jin di vê pêvajoyê de hevdu fêm dikin, yekem car e li Tirkiyeyê li dijî şer bertek tê ev jî pir girîng e, çawa demeke esnafan Ecevît ji îktidarê xistin vê carê jî dê qêrîna xizmên leşkeran bibe dawuya îxtidarê.

ELÇÎ: ME AŞTÎ BI DESTÊN XWE VE AVÊT

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî anî ziman ku hete ev şer neyê rawestandin dê kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn jî gelekî bi bandor bin. Elçî got ku şer pir şaş û xirab e, pêdiviya cevaka kurd û ya tirk bi vê şerî tunebû, li cihanê Rêberê rêxistina herî bi hêz a ku derveyî hikûmetê ye û herî zêde piştgiriya wî ya gel heye bangekî dîrokî kir û banga kongreyê kir ev ji bo Rojhilata Navîn pir girîng bû aşti ev qas nêzîk bû lê bi destên xwe ve avêtine aliyê din, sedema vê yekê jî fêm nekire.

Elçî bal kişand li ser berxwedana Rojava jî û destnîşan kir ku kurdan li Rojava berxwedaneke girîng pêş xistin û ji raya giştî ya Tirkiyeyê jî piştgirî girt, piştgiriya navneteweyî girt, destkeftiyên girîng çêbû , siyaseta damokratîk li Rojhilata Navîn bi hêz bû û nirxandina "Ez naxwazim Tirkiye bibe wekî Sûriye yan jî Iraqê" kir.

ÇARESERIYA HERÎ REST JI OCALAN E

Elçî da zanîn ku ji bo ku Kurd li Rojhilata Navîn xwe biparêzin pêwîstiya wan bi statuyê heye û ev tişt anî ziman : "Ez bi awayeke zalal bînim ziman pêwîstiya wan bi dewletê heye. Ev ji bo hemû parçeyan dibe ku neyê gotin lê bihevre jiyan jêreger e. Ji ber vê yekê jî li Tirkiyeyê dibe çaraserî cuda be. Şerê navxweyî dê bê wateya zêdetir qirkirina kurdan. Divê em hinekî rastî bifikirin. Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd plana herî rast nîşan da ev ji bo hemû kesan planekî sudewar e."

'DIVÊ DEMILDEST ŞER BI DAWÎ BIBE'

Elçî anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka çareseriyê tenê mijarekî takekesî nîne û wiha got: "Ev mijareke takekesî nîne. Sedema bingehîn a vê pirsgirêkê ew e kul i sînorê Tirkiyeyê avabûan kurdan e. Bêguman bandora berjewendiyên Erdokan li ser pêvajoyê çêbûn. Niha berjewendiyên Komarê yên klasîk li pêşberên me ne. Erdogan ev yek temsîl dike. Diviyabû ku tevgera kurd ji bo ev pirsgirêk neyê vê merhelê zêdetir hewldanan bide. Divê demildest ev şer bê rawestandin.Heta ku bi dawî jî bibe divê li gorî rêgezên şer bê tevgerandin, bombekirinên gundan, qetilkirina welatiyên sivîl û êrîşa li hemberî polîs û leşkerên bê çek nayê qebûlkirin."

'BERÎ RÛBIRÛBÛNÊ HESAB PIRSÎN'

Elçî geşedanên li Farqînê pêş ketin jî nirxand û wiha dom ikr: "Li Farqînê yên ku derfetên wî hene dest bi revê kirine. Li taxa Tekelê tu kes nemaye. Berê gund dihatin valakirin niha jî navçe. Dewlet di salên 90'î de ewqas qetlîam pêk anî lê deftenêr hesabpirsînê girtiye. Berî rûbirûbûnê hesa pirsîn."

BAYDEMÎR: SIYASETA KU BERPIRSIYARÎ KET SER MILÊ WÎ BI CÎH NEANÎ

Di panelê de herî dawî Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr axivî û ji ber ku siyaset tişta ku diket ser milê wî bi cîh neanî ev şer pêk hat. Baydemîr qetlîama Zergeleyê jî nirxand û anî ziman ku şer di heman demê de bi mirov derewan jî dide kirin û wiha got: "Armanc ew bû ku wê derê ji sivîlan vala bike û şerê di navbera PKK-KDP'ê de dijwartin bike."

'DEWLET BI AWAYEKÎ SAMÎMÎ NÊZÎ MUZAKEREYÊ NEBÛ

Baydemîr da xuyakirin ku dewlet bi awayekî samîmî nêzî muzakereyan nebû û wiha dom kir: "Dewlet di maseya muzakereyê de li gorî şertên navneteweyî tevnegeriya. Em ji bo hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn dibêjin."

'WÊ EV ŞER ENCAMÊN XIRABTIR DERXÎNE HOLÊ'

Baydemîr da zanîn ku li Tirkiyekê ger ku ev konsepta şer berdewam bike dê encamên hirabtir derkevin holê û ev tiştan got: "Dibe ku ev welat bibe wekî ya Sûriyeyê. Dê yên ku vî welatî bi rêve bibin jî bibin wekî Esad. Em ê destûr nedin vê yekê. Divê em destûr nedin ku lişker, gerîla û sivîl di vî şerî de bibin qurban."

'LI DIJÎ ŞER AŞTÎ…'

Baydemir got ku ew carek din bang li hikûmetê û PKK'ê dikin ku demildest çekan rawestînin. Divê her kes li cihê ku lê ye li dijî şer qêrîna aştiyê bike. Dê bi şer tenê can winda nebin her wiha têkoşîna jiyana bi hev re jî ji holê bê rakirin."

Piştî Baydemîr panel bi dawî bû.