Rexnegirê Medyayê Dûran: AKP'yî bi xwe jî ji medya AKP'ê bawer nakin

Rexnegirê Medyayê Dûran got, "Têkçûna AKP'ê ya li hilbijartinê û serketina HDP'ê, têkçûna medya serdestan e."

Rexnegirê Medyayê Dûran got, "Têkçûna AKP'ê ya li hilbijartinê û serketina HDP'ê, têkçûna medya serdestan e."

Rojnamevan-nivîskar, rexnegirê medyayê Ragip Dûran, propaganda reşkirinê ya medya navendî û medya alîgirê AKP'ê, ku bi konsepta şer a AKP'ê re bêhtir xwe nîşan da, ji ANF'ê re nirxand.

Dûran got, "Piştî 7'ê Hezîranê guhertinên bingehîn pêk hatin. Medya alîgir yanî medya bi desthilatdariyê ve girêdayî; kengî desthilatdariyê hêza xwe winda kir, vê medyayê jî hêza xwe winda kir. Têkçûna AKP'ê ya di hilbijartinan de, serketina HDP'ê, ji bo medya serdest jî bû sedema têkçûnê."

Dûran da xuyakirin ku medya alîgirê desthilatdariyê, piştî 7'ê Hezîranê, bi zêdekirina polîtîkayên dijberiya Kurdan û HDP'ê re neçar ma li hemberî mûxalefetê giştî helwestê nîşan bide û got, "Ji ber ku însiyatîf êdî ji destê wan çûbû. Di nava xwendevanên AKP'yî de jî êdî baweriya bi medya AKP'ê, hema bêjin bi temamî tine bûye."

Dûran bi vê mînaka ji dema nêz, ev rastî raxist ber çavan: "Serhengekî birayê wî hat kuştin, daxuyaniyek da. Cara yekemîn di asteke bi vî rengî ya payebilind de leşkerekî gotinên xwe heta dawiyê bilêv kir. Bi giştî tiştên rast got. Medya serdest serenavên 'Bi devê PKK'ê axivî', û 'bi devê paralelan axivî', ji bo van gotinan bikaranî. Em behsa rayedarekî xwe gihandiye asta serhengiyê dikin. Ji dibistana leşkeriyê derketiye û gihaştiye heta asta serhengiyê. Heta niha ne paralelvan bû, ne PKK'yî bû, lê niha bû? Kes ji vê bawer nake. Yên wê rojnameyê dixwînin jî, yê ew nûçe nivîsandiye jî jê bawer nakin! Tiştekî ku wê biparêzin an jî rê li ber gumanan veke, di destê wan de nemaye."

Ragip Dûran anî ziman ku bi qelsbûna desthilatdariya siyasî re medya serdest jî qels dibe û ev xal destnîşan kir: "Piştî demekê wê ev rojname ji bazarê bikevin. Halbûkî mînak li Îngilîsatnê hin rojname hene ku du sed sal in weşanê dikin. Rojnameyên ewçend cihê hurmetê ne. Ji ber ku ew ne li gorî desthilatdariyê, li gorî rastiyê rojnamevaniyê dikin. Yên li welatê me, tên û diçin."

'GEL WÊ JI YA DIJÎ BAWER BIKE, YAN JÎ JI TE?'

Dûran diyar kir ku mafê medyayê heye PKK'ê jî, HDP'ê jî, her kesî rexne bike, lê bi gotina 'kujer', 'kûçik', 'hov' rexne nayê kirin û got, "Bi tankan mirovên sivîl tên kuştin, mal tên şewitandin. Lê radibin vê vedişêrin û heqaretê li Kurdan dikin. Ev bi gotina herî sivik, şerm e. Mirovên rastiyê dizanin, mirovên li herêmê gelo wê ji te bawer bikin, yan jî ji zext û zilma her roj dijî?"

'BERÊ EM DIÇÛN GORISTANÊ, NIHA EM DIÇIN SALONÊN DADGEHÊ'

Rexnegirê Medyayê Ragip Dûran da xuyakirin ku weke dîzayna tevahiya civakê ew bi rejîmeke yek al, yek milet, yek serok dixwaze re rû bi rû ne û destnîşan kir ku gotina 'çapemeniya azad' jî xwedî nakokiyan e. Dûran got, "Rojnamevanî ancax li cihekî azad bê kirin. Medya Aydin Dogan a ku mûxalefeteke sivik dike jî, hedef tê girtin. Li Akîtê sixêf li Aydin Dogan tê kirin. Halbûkî rojnameyên Aydin Dogan gelekî kêm caran rastiyan dinivîsîne; rojnamevaniyeke azad an jî cidî nake. car carna hewl dide hin mijaran bi awayekî rast bike nûçe. Lê belê desthilatdariya siyasî nikare xwe li vê jî rabigire. Desthilatdariya siyasî li ser çapemeniya Kurd, sosyalîst, çep û radîkal, zextê rewa dibîne. Rewşa hevalên me yên di van organên çapemeniyê de dixebitîn berê mirin bû, girtîgeh bû. Em berê diçûn ser cenazeyên wan, niha jî em diçin salonên dadgehê."