KESK: AKP'ê zemîn ji karesata li Hopayê re amade kir
KESK'ê diyar kir ku ji mirinên li Hopayê AKP berpirsyar e.
KESK'ê diyar kir ku ji mirinên li Hopayê AKP berpirsyar e.
Desteya Rêveber a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK), der barê karesata lehiyê ya li navçeya Artvîn Hopayê de, ku ji ber projeyên bê plan ên HES'ê rû da û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mîna her devera welatê me, li Derya Reş jî, ji holê rakirina qadên daristanî ya di dema desthilatdariya AKP'ê de, rê li ber karesatê vekiriye."
'AKP NIKARE XWE JI BERPIRSYARIYÊ RIZGAR BIKE'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi projeyên HES û rê, bajarvaniya çelexwarî, santrala nukleerê, kanên madenê û bi pêkanînên din ên xwezayê talan dikin re AKP'ê ji karesatan re zemîn amade kiriye û destnîşan kir ku AKP nikare xwe ji binê vê berpirsyariyê rizgar bike. KESK'ê got, "Gelê Derya Reş ê xwedî li daristan, av, deşt û çemên xwe derdikeve, wê ti carî êrîşên bi gazê, ço û TOMA'yan ji bîr neke! Halbûkî bi cih anîna daxwazên sermayeyê, eger li gel bihata guhdarîkirin, wê windahiyên bi vî rengî di vê karesatê de derneketibûya, êş wê ewçend mezin nebûya."
DAXWAZ
KESK'ê ev pêşniyar û daxwaz kir:
"Divê li Hopa navendeke xurt a krîzê bê avakirin, ji bo bidawîkirina rewşa kaotîk, hêzên kedê, pîşeyî û demokrasiyê tevlî koordînasyonê werin kirin.
Bi derfetên xurt dest li cihên karesat lê dewam dike, were werdan.
Li navenda navçeyê, dagirtina beşeke deryayê bê sekinandin.
HES, projeyên weke Yeşîl Yol ên deşt û daristanên me tine dikin, qadên ji çêkirina avahiyan hatiye vekirin û înşaetên santrala nukleerî tavilê werin sekinandin."