Li Hopayê ji ber afetê însiyatîfa sivîl hat avakirin

Saziyên demokrat ên li Hopayê, ji bo birînên karesatê bên pêçandin însiyatîfeke sivîl ava kirin û dest bi xebatan kirin.

Saziyên demokrat ên li Hopayê, ji bo birînên karesatê bên pêçandin însiyatîfeke sivîl ava kirin û dest bi xebatan kirin.

Li Hopaya ku lehî û hezazê rê li ber hilweşîneke mezin vekir û bû sedema mirov jiyana xwe ji dest bidin saziyên demokratîk û şoreşger ên li Hopayê hatin gel hev û însiyatîfek ava kirin.

Nûrcan Vayîç a HDP’yî ku di nav xebatan cih digire got: “Dema qeymeqam em tevlî xebatên alîkarî û rizgarkirinê nekir, em jî hatin gel hev.”

Vayîç diyar kir ku komîte bi awayekî bilez hatin avakirin û dest bi xebatan kirin. Vayîç wiha dewam kir, "Ji esnafên ku zerar nedîtine ji bo pêdiviyên lezgîn me alîkarî kom kir.”

Vayîç destnîşan kir ku pêwîstî bi aveke tendurist û paqij heye û got: "Niha tişta ku herî zêde gel dixwaze av e û xwe rizgarkirina ji heriyê ye. Ev rewş ji bo nexweşiyên şewbê dibe rîsk. Ji bo pêdiviyên din em ê di nav gel de bigerin û diyar bikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixwaze alîkariyê bike.”