87 sazî: Bila Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn

Nûnerên KCD, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî xwestin Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn. Saziyan bi daxuyaniyeke hevpar destek dan xwerêveberiyê û destnîşan kirin ku ew polîtîkayên şer ên AKP'ê qebûl nakin.

Nûnerên KCD, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî xwestin Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn. Saziyan bi daxuyaniyeke hevpar destek dan xwerêveberiyê û destnîşan kirin ku ew polîtîkayên şer ên AKP'ê qebûl nakin.

Nûnerên KCD; rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî jî di nav de 87 saziyan, li hemberî polîtîkaya şer a AKP'ê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke sazî, partiyên siyasî, rewşenbîr, jin û çapemeniya azad, li hemberî bûyerên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin, ji bo daxwazên azadî û demokrasiyê yên gelê me bi cih werin anîn, bi bîr û baweriya berpirsyariya xwe ya li pêşberî mirovahiyê em ji konsepta şer re dibêjin 'na', li hemberî komkujî, girtin û şikandina rûmetê ya li ser bedena jinê helwestê nîşan didin û destnîşan dikin ku em ê nerazîbûna xwe ya demokratîk li her cihî nîşan bidin" û ev xal hat destnîşnakirin:

'AKP'Ê PÊVAJO TÊK BIR, ZILMÊ DESTPÊ KIR'

"Dewleta Komara Tirkiyeyê bûyerên siyasî yên li Rojhilata Navîn bi perspektîfeke ji ramana serkî xwendiye, nekarî xwe ji lêgerîna hegemonîk a bi hewesa Osmanî rizgar bike, bi tifaqên îdeolojîk-mezhebî û polîtîkayên dijberiya li Kurdan re veguheriye parçeyek ji şerê li Rojhilata Navîn. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, di Newroza 2013'an de pêvajoya 'êdî çek wê bêdeng bibin, nêrîn biaxivin' ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ve hat destpêkirin û vê pêvajoyê xwe gihand heta pêvajoya Mutabaqata Dolmabahçeyê. Lê belê Dewleta Komara Tirkiyeyê û AKP'ê ji ber vê polîtîkaya xwe pêvajo têk biriye û hewl daye feraseta xwe ya dewleta tekparêz di nava rewşeke kaotîk de bi zext û zilmê bidomîne.

Îdeolojiya fermî ya Dewleta Komara Tirkiyeyê ku ji dema damezrandinê heta roja îro dewam dike, li ser înkara gelên Kurdistanê hatiye rûniştandin. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de beyana vîna siyasî ya bi HDP'ê re derket holê, tercîha gelan a di yekîtî, aştî, azadî û demokrasiyê de ye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîtîkaya ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve 13 sal in tê meşandin, Tirkiye aniye radeya biryardayînê û hat gotin, "Ya wê şêweyê rêbaza demokratîk û aştiyane esas bigire, yan jî di sîstema dîktatoryal, hegemonîk û tekparêziyê de israr bike û welat veguhere qadeke şer. Konsepta şer a dihat xwestin beriya 7'ê Hezîrane were destpêkirin û piştî hilbijartinê xwe da der, li dijî beyana vînê bi hilbijartina rêya duyemîn re, bi operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî yên li dijî xwe rêxistinkirina gel, welat ji bo desthilatdariyê ber bi şer ve hatiye dehfdan."

DESTEKA JI BO XWERÊVEBERIYÊ

Saziyan diyar kirin ku li hemberî daxwaza xwerêveberiya aştiyane û demokratîk û beyana vînê ya gel, AKP'ê bi polîtîkayeke tinekirinê ya topyekûn, operasyonên leşkerî û siyasî, înfaz, êrîşên li dijî nirxên însanî û exlaqî, talankirina xwezayê, pêkanînên rewşa awarte, ragihandina herêma ewle dest bi êrîşê kiriye û gotin, "Bi mînakên mînakê yên afirîner û demokratîk re îspat bûye ku bi rêveberiya navendîparêziyê û tekparêziyê re çareserî bi dest nakeve, xwerêveberî jî qadeke jiyana hemû bawerî û nasnameyan e. Ji ber vê yekê, xwerêveberî redkirina dewletê nîne. Li dijî her şêwe polîtîkayên tinekirin û zextê yên dewletê, daxwaza demokratîkbûyîna dewletê bi perspektîfa neteweya demokratîk e. Li ser bingeha rêveberiya demokrasiyê, wê li Kurdistanê azadî, li Tirkieyyê demokrasî û li Rojhilata Navîn jî pêşeroja aştî û aramiyê derkeve holê."

'DIVÊ MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ BI CIH WERE ANÎN'

Saziyan dan zanîn ku êrîşên li hemberî daxwaza xwerêveberiyê ya ji bo demokratîkbûyîna dewletê, girtina hevşaredarên bi vîna gel hatine hilbijartin û kadroyên rêveberiyê bi ti awayî nayên qebûlkirin û ev xal destnîşan kirin:

"Ji tecrûbeyên berê jî tê fêmkirin û ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin; şer bi kesî nade qezençkirin, piştî êşên mezin û dayîna berdêlan nuqteya em lê vegerin wê cihê em lê sekinîn bû. Ji ber vê yekê pirsgirêk ne bi şîdet û çekê, bi muzakereyê dikare were çareserkirin. Ev rêbaza rast û derbasdar bi mînakên cîhanê re hatiye îspatkirin.

Ji ber vê yekê derketina ji pêvajoyên şer û kaotîk, bi pêngaveke demokratîk û azadîparêziyê pêkane. Ev yek jî ancax bi vegera li esasên Mutabaqata Dolmabahçeyê dibe.

Ji bo pêvajo veguhere demokratîkbûyîna dewletê û bi kêrî gelan were, divê refleksa hevpar a tevahiya raya giştî, sazî, partiyên siyasî, rewşenbîr, jin û çapemeniya azad, daxwaza 'ji şer û komkujiyan re na' be. Ji ber vê yekê em helwesta xwe ya hevpar û nerazîbûna xwe ya demokratîk weke berpirsyariyeke exlaqî û wijdanî bi gelê xwe re em ê li her qada jiyanê nîşan bidin."