Ji bo serbestberdana Mehmet Yeşîlçaliy yê di çarçoveya operasyona Dozgeriya Federal a Elmanyayê ya li hemberî endamên ATÎK'ê de li Swîsreyê hat girtin, 100 kes û 29 saziyên Swîsreyî belavokeke hevpar weşandin.
Bi fermana Dozgeriya Federal a Karslrûhe ya Elmanyayê, di 15'ê Nîsana 2015'an de li hemberî Federasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), li Elmanya, Swîsre, Awûstûrya û Fransayê operasyonên hevdemî hatin meşandin. Di çarçoveya van operasyonan de Mehmet Yeşîlçali bi îdîaya endametiya TKP-ML û 'xebata îllegal li Ewropayê dimeşîne' li Swîsreyê hat girtin. Daxwaza ji bo azadiya Mehmet Yeşîlçali roj bi roj zêde dibe.
Daîreya Ceza ya Federal a Swîsreyê, tevî ku di nava dosyayê de ti delîleke şênber a sûc tineye jî, bi nêzîkatiyeke li dijî Qanûnên Penaberiyê yên Navneteweyî û di dijberiya li hiqûqa navxweyî biryar, di 16'ê Hezîrana 2015'an de biryar da ku Yeşîlçali yê ku mafê penaberiya siyasî dabû wî, radestî Elmanyayê bike. Tevî ku raporên doktor ên 'nikare li girtîgehê bê ragiritn' heye jî, Yeşîlçali demeke dirêj li girtîgeha bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê tê ragirtin. Parêzerên Yeşîlçali li dijî biryara îadekirinê derketin û di encama vê îtirazê de radestkirin niha hatiye sekinandin. Piştî nirxandina vê îtirazê tê meraqkirin ku wê biryareke bi çi rengî derkeve holê.
Li dijî vê bêhiqûqiyê, di çarçoveya kampanya ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Mehmet Yeşîlçali re, tevî parlamenter, hiqûqnas û siyasetmedaran jî di nav de 100 şexsiyetên îmzeya xwe avêtin û 29 saziyên Swîsreyî, bi belavokeke hevpar xwestin Yeşîlçali azad bibe.
Di belavoka bi serenavê "Divê mafên bingehîn ên penaberên siyasî werin parastin. Ji Mehmet Yeşîlçali re azadî-ji radestkirina wî re na" de hat ragihandin ku Yeşîlçali di dema li Tirkiyeyê de ji ber nêrînên xwe yên siyasî di girtîgehê de hat ragirtin û di dema binçavkirinê de jî rastî îşkenceyeke demdirêj a polîsên Tirk hatiye.
Hat ragihandin ku ji ber îşkenceya li Tirkiyeyê dîtiye Yeşîlçali niha li girtîgeha Frîboûrgê bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijî û hat xwestin ku rewşa tenduristiyê ya Yeşîlçali ji aliyê Dadgeha Ceza ya Federal ve li ber çavan were girtin.
Di belavoka hevpar de hat bibîrxistin ku Yeşîlçali di 15'ê Nîsana 2015'an de di operasyonên hevdemî de bi awayekî bêhiqûqî hat girtin û hat destnîşankirin ku tevî bêhiqûqiya ji ber hevkariya dadgeriya Elman û polîsên Tirk hatiye kirin jî bêhiqûqiya herî mezin, ji aliyê Daîreya Ceza ya Federal a Swîsreyê ve hatiye kirin, ku tevî mafê penaberiya siyasî jê re hatiye dayîn jî der heqê Yeşîlçali de biryara radestkirina ji bo Elmanyayê daye.
Kesayet û saziyên mora xwe danîn binê belavoka hevpar, ji ber van sedeman xwestin Yeşîlçali serbest bê berdan û daxwaza dersînorkirinê bê redkirin:
"Di tevahiya herikîna dadgehê de ti sûcekî şênber li Yeşîlçali nehatiye kirin. Îdîaya bi tenê ew e ku li Elmanyayê beşdarî pênc civînên qanûnî bûye, li Swîsreyê tevlî şev semîner û konferansên qanûnî û bi beşdariya bi hezaran kesan bûye.
Weke ku Dozgeriya Federal a Swîsreyê ragihand Yeşîlçali li Swîsreyê rastî ti lêpirsînê nehatiye. Ti sûcekî kiribe nîne.
Ji aliyê hiqûqî ve divê biryara neşopandinê der heqê daxwaza radestkirinê de were dayîn.
Mafê civîn, rêxistinbûyîn û îfadeyê azadiyên bingehîn e. Ji aliyê Destûra me ya Bingehîn û hiqûqa navneteweyî ve hatiye naskirin. Sûcê ku Elmanya dibêje Yeşîlçali kiriye, endametiya wî li komeleyeke qanûnî ya li Swîsreyê ye."
Di belavokê de hat bibîrxistin ku li gorî Peymana 1951 a Penaberan a Cenevreyê, dersînorkirin an jî radestkirina penaberan qedexe ye û hat ragihandin ku ti garantî nîne rayedarên Elmanya Yeşîlçali radestî Tirkiyeyê nekin.