'Şer ji aliyê AKP û Erdogan ve hat destpêkirin'

Nerazîbûna rewşenbîr û hunermendan a li polîtîkaya şer a AKP'ê dewam dike. Hunermend û rewşenbîran diyar kirin ku şer ji aliyê AKP û Erdogan ve hatiye destpêkirin û li şûna aştiyê teslîmiyet tê xwestin.

Nerazîbûna rewşenbîr û hunermendan a li polîtîkaya şer a AKP'ê dewam dike. Hunermend û rewşenbîran diyar kirin ku şer ji aliyê AKP û Erdogan ve hatiye destpêkirin û li şûna aştiyê teslîmiyet tê xwestin.

Hunermend Kemal Ûlûsoy, Selîm Toprak, Fadil Ozturk, Bulent Tûran û Nivîskar Fehîm Işik, polîtîkaya şer a AKP'ê û qedandina pêvajoya çareseriyê, ji ANF'ê re nirxandin.

'EV ŞER ŞERÊ ERDOGAN E'

Nivîskar Fehîm Işik da xuyakirin ku ev şer şerê Erdogan e û got, "Armanca bingehîn a vî şerê Erdogan, ne asêkirina projeya jiyana bi hev re ye. Dixwaze bi vî şerî re zemîna ji binî dişemite bêhtir zexim bike û ji nû ve xurt bike. Erdogan nûnerê derdoreke siyasî ya bi komarê re li hev nedikir e. Di demên destpêkê de ji bo xurtirina desthilatdariya xwe, hin nêzîkatiyên ji bo demokrasî, jiyana bi hev re û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd esas girt. Dema ev yek kir, xuyaye rewşa xwe ya nixumandî neterikand. Piştî sala 2007'an desthilatdariya xwe gav bi gav xurt kir, ji bo bicihanîna armancên xwe yên pêşerojê, xwest tevgera Kurd bi kar bîne. Oslo û bûyerên piştî sala 2013'an de qewimîn nîşan didin, ku nekarî vê bi ser bixîne."

Işik anî ziman ku bi serketina HDP'ê re projeya Erdogan îflas kiriye, lewma serî li helwesteke tolhildanê daye û got, "Ya ku îro diqewime jî helwesta tolhildanê ya Erdogan li hemberî Tevgera Kurd nîşan dide ye. Ew ji jiyana bi hev re ya bi Kurdan re gazinan nake, tişta ku jê gazinan dike ew e; Kurd jê re bîat nake. Lewma Kurdan, şoreşger, welatparêzên pêşverû û lîberal, sivîlên Îslamî, siyaseta welatparêz-şoreşger ên ev rûyê rast ê AKP'ê dîtin, ji nişka ve xwe ji AKP'ê vegirtin. AKP mexdûrê vê komarê bû, lê piştî ku bû xwedî erka desthilatdariyê, vê carê bu serdest." Işik da zanîn ku divê bersiva li hemberî vê rewşê, xurtkirina siyaseta sivîl be.

'DAXWAZA SEROKATIYÊ WELAT BER BI FELAKETÊ VE DEHF DA'

Şanoger Kemal Ûlûsoy da zanîn ku pêvajo her tim bi rîskê re rû bi rû bû û anî ziman ku hikûmetê di diyalog û hevdîtinan de her tim weke lutûf nêzîk bû, ji ber vê yekê ti garantiya yên hatiye kirin nîne.

Ûlûsoy diyar kir ku armanca yekane ya Serokkomar û AKP'ê ya niha, bi şer re afirandina kaosê ye û got, "Dibe ku dixwaze xwe bi vî rengî rizgar bike. Rêveberiyeke dîktatoryal heye. Her gotin û pêşniyareke cuda ji bo wan sûc e. Dewlet êdî bi awayekî fermî rêxistineke terorê ya legal e. Ji ber vê yekê nenaskirina saziyên dewletê yên xwedî mîsyon û wezîfeyeke bi vî rengî ji aliyê gel ve, rewşeke asayî ye. Halbûkî wezîfeya bingehîn a dewletê parastin û afirandina derfetên jiyanê ye. Lê ya dewlet dike, berevajî vê yek. Ev şer ji bo vî gelî, ji bo vî welatî nehatiye destpêkirin. Ev şer ji bo desthilatdariya xwe dan destpêkirin. Berê dewleta kûr hebû, gladyo, bi gotina wan 'paralel' hwd. Niha hikûmeteke ne rewa ye, ku bi ekîba koşkê re şer dimeşîne."

'MIN KURÊ XWE DI VÎ ŞERÎ DE WINDA KIR, BI ÊŞA WÊ DIZANIM'

Hunermendê wêneyan Selîm Toprak ragihand, ku bikaranîna hêza zêde û bêrehm di vê pêvajoyê de wî dixe nava tirs û fikaran û got, "Ev yek ji bo egoya şexsî ya qesrê ye. Yekane berpirsyarê vî şerî Serokkomar e. Di salên 90'î de jî min nedîtin ku ewçend êrîş li hemberî sivîlan hat kirin. Di rêveberiyên herî dîktatoryal ên cîhanê de jî, di şer de jin nehatiye tazîkirin û teşhîrkirin. Serokkomar û AKP ên şer ferz dikin, nekarîn xwe li serketina Kurdan a di hilbijartinê rabigirin û yekane berpirsyarê vî şerî AKP û Erdogan in. Tevî her tiştî jî eger Kurd hînê aştiyê diparêzin, divê ev yek weke sekneke bi rûmet were dîtin. Eger yên şer ferz dikin zarokên xwe bişînin nava vî şerê qirêj, wê ev şer demeke dirêj dewam neke. Weke kesekî di vî şerî de kurê xwe winda kiriye, ez dixwazim ev şer biqede. Bang li rewşenbîr û dijberên şer dikim; bila alîgirê aştiyê bin, yekane hêza vî şerî dikare bide sekinandin hêza dayikan e ku dilê wan şewitiye."

'AKP Û SEROKKOMAR AŞTÎ BI KAR ANÎN!'

Hunermend Bulent Tûran da xuyakirin ku Serokkomar Erdogan bi gotina 'pirsgirêka Kurd nîne' re li herêmê û di nava tevgera Kurd de rê li ber bêbaweriyeke mezin vekir û diyar kir ku ji ber vê bêbaweriyê hin mirovên beriya niha dengê xwe dabûn AKP'ê, xwe nêzî HDP'ê kirin. 

Tûran, terora kuştin, binçavkirin û girtinê ya di dema desthilatdariya AKP'ê de li Kurdistanê hat meşandin bibîr xist û da zanîn ku ev şerê tê meşandin şerê Serokkomar û hikûmeta AKP'ê ye, ku versiyoneke din a rejîma wesayeta 80 salan e.

Tûran got, "Ev şer şerê ew kesên dixwazin bi Destûra Bingehîn a 12'ê Îlonê re hebûna xwe bidomîne, ye. Şerê ew kesên ku mijara aştiyê ji bo hesabên xwe bi kar tînin û dibêjin, 'eger deng jê were Kurd birayên me ne, eger deng jê neyê nankor in' e. Şerê yên digotin 'eger hûn 400 wekîlan nedin wê kaos rû bide' ye. Şerê ew kesên ku derfetên desthilatdariyê têra wan nekir û di ser re malê gel dizîn e. Ji ber van hemûyan li dijî projeya jiyana bi hev re derdikevin. Ji ber ku di wê baweriyê de ye ku bi kûrbûna şer re wê dengê xwe zêde bike, ev projeya girîng heba kirin."

'AKP'Ê NE ÇARESERÎ, TESLÎMGIRTINÊ DIXWAZE'

Helbestvan Fadil Ozturk da xuyakirin ku AKP'ê ev pêvajo ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo mijûlkirina bi 'çareseriyê', ji bo afirandina bêhêvîtî û bi xemsariyê re teslîmgirtinê, bi kar anî. 

Ozturk got, "7'ê Hezîranê bi awayekî zelal, ew bi fenên wan di sindoqê de hişt. Ji ber ku ti dîktator nikare têkçûnê qebûl bike, ji ber ku AKP'ê jî destpêka dawiya xwe dît, ji bo li ser desthilatdariyê bimîne serî li her rêyê da. Pêkanînên şîdetê yên ji aliyê yên berê wê ve hatiye bikaranîn û encamên wê dizane, xist dewrê. Lê belê êdî Tirkiye ne Tirkiyeya berê, Kurd ne Kurdên berê ne. Armanca şîdeta wan a niha tinekirina gelekî, tinekirina rêxistinbûyîna gelekî ye. Ew bi xwe jî dizanin ku wê ti carî nikaribin vê bi ser bixînin."

Ozturk anî ziman ku divê ew HDP a bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re xwe îspat kir, li dijî faşîzma olperestiya kes, weke eniya jiyanê li qada demokratîk bilind bikin û destnîşan kir ku wezîfeya jiyanê daniye pêşiya wan, ev e.

...