DAD’ê li hemberî şerê AKP’ê bang kir
DAD’ê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP’ê da, ji bo siberojeke bi rûmet xwest li hemberî şer ref bê girtin.
DAD’ê nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP’ê da, ji bo siberojeke bi rûmet xwest li hemberî şer ref bê girtin.
Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD)’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û polîtîkayên şer ên AKP’ê protesto kir. Di daxuyaniyê de rêveberên Komeleya Çanda Elewiyan ên di rojên bihurî de li gel Serokê Giştî yê AKP’ê Ahmet Davûtoglû hevdîtin pêk anîne hatin rexnekirin û wiha hat gotin, “Xwediyên desthilatdariyê yên di van rojan de dixwazin bi armanca derewên xwe veşêrin, zilmên xwe binixumînin bi kesên ketî yên ji xwe re dibêjin em rûspiyên Elewiyan in re li pey têkiliyan de ne. Dixwazin civakê bi derew û hîleyên xwe îqna bikin. Di dema ku axaftina taştê ya ‘Îro roja qezençkirina xêrê, dûrxistina gunehan e’de li Dêrsimê ziyaretên me dihatin bombekirin, şewatên daristana digihişt qûntara pîroz a me ya qedîm Duzgun Baba. Kesên ji xwe şerm nakin, rûyê wan naêşe yên li ser wê maseyê rûdinin bekçîtiya kê dikin.”
‘EM LI HEMBERÎ ŞER DERKEVIN, BI AWAYEKÎ BI RÛMET BIJÎN’
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Welatê me îro ji aliyê serxweşên desthilatdariyê ve dibe gola xwînê. Ji bo desthilatdariyên xwe li ser piyan bigirin ti nirxên exlaqî û mirovî cidî nagirin û dixwazin zarok, ciwan, jinên vî welatî bikin qurbanê desthilatdariya xwe û her roj kezeba me diperite.” Li hemberî şer ev bang hat kirin: “Dewleta AKP’ê îro ketiye nava şerekî qirêj a bi encama wê nizane. Ketiye aqlê DAIŞ’ê û ji derveyî xwe mafê jiyanê ji ti kesî re nas nake û qetil dike. Gelên Tirkiyeyê jî ber bi şerekî qirêj ve dibe, mesele ne welat e jî kursiyê wan e, armanca wan ev e ku kar û polîtîkayên xwe yên qirêj veşêrin.
Banga me ji Canan re; li hemberî vî şerê qirêj bisekinîn, ji bo bi awayekî bi şeref û wijdanî bijîn, ji bo siberoja xwe çend gotina çend axaftinên bi rûmet şert e.”
DAD’ê xwest ku AKP’ dawî li konsepta şer bîne û atmosfereke bê çek bê avakirin.