Hevşaredarê Dihê hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredarê Dihê Huseyîn Kiliç hat binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredarê Dihê Huseyîn Kiliç hat binçavkirin.
Tîmên taybet ên rûyê xwe bi maske girtibûn, danê sibehê avêtin ser mala Hevşaredarê navçeya Sêrt Dihê Huseyîn Kiliç. Polîsên Tirk li malê lêgerîn kirin û dûre Kiliç birin şaredariyê û piştî lêgerîna li vê derê ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Di vê navberê de li taxa Koçhîsar a navçeya Mêrdîn Qoserê, danê êvarê polîsên taybet ên bi maske avêtin ser gelek malan û Resmiye Kaya û 5 kesê navên wan nehat hînbûn, girtin.