Erdogan, Davûtoglû wek serokwezîrê demkî tayîn kir

Erdogan, ji bo Desteya Wezîran a demkî ava bike Davûtoglû wek serokwezîr tayîn kir.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê AKP’ê Ahmet Davûtoglû hevdîtineke 1,5 saet pêk anîn. Di hevdîtina ji çapemeniyê re girtî de Erdogan ji bo Desteya Wezîran a demkî ava bike Davûtoglû wek serokwezîr tayîn kir.

Li gor destûra bingehîn, pêwîst e Davûtoglû di nav 5 rojan de desteya wezîran hilbijêre. Ji ber MHP û CHP’ê diyar kirin ku wê di hikûmeta demkî de cih negirin tê payîn ku hikûmet ji AKP, HDP û serbixweyan bê avakirin.