Serheng ê nerazîbûn nîşanî polîtîka şer a AKP'ê da ket ber lêpirsînê
Serheng Mehmet Alkan ê di merasîma cenazeyê birayê xwe serpel Alî Alkan de nerazîbûn nîşanî polîtîka şer a AKP'ê da, ket ber lêpirsînê.
Serheng Mehmet Alkan ê di merasîma cenazeyê birayê xwe serpel Alî Alkan de nerazîbûn nîşanî polîtîka şer a AKP'ê da, ket ber lêpirsînê.
Nerazîbûnên malbatên leşkerên di şer de jiyana xwe ji dest dane yên li hemberî polîtîka şer a AKP'ê, dewam dikin.
Der barê kekê serpel Alî Kalkan ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da serheng Mehmet Alkan de, ji ber daxuyaniya xwe ya li merasîma cenaze lêpirsîn hat destpêkirin.
'LI QESRAN DIJÎN Û DI WESAYÎTÊN ZIRXÎ DIGERIN'
Alkan bi gotina "Kujerê birayê min kî ye? Sedemê vê kî ye? Yên ku heta roja îro digotin 'çareserî' çima niha radibin dibêjin 'heta dawiyê şer'" nerazîbûn nîşanî polîtîkaya şer a AKP'ê dabû û gotibû "Hem tuyê li qesran bijî, bi 30 parêzvanan û wesayîtên zirxî bigere hem jî bêje 'ez dixwazim şehîd bikevim'. Tiştekî bi vî rengî nîne. Wê çaxê biçe wê derê."