Li Munchenê çalakiya ji bo Cizîrê

Li bajarê Elmanya Munchenê, bi mîtîngekê berxwedana Cizîrê hat silavkirin.

Li bajarê Elmanya Munchenê, bi mîtîngekê berxwedana Cizîrê hat silavkirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komuna Jinên Kurd a Sara, li bajarê Elmanya Munchenê mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de tevî Kurdistaniyan, Elmanên dostê Kurdan û pekhateyên HDP'ê yên hilbijartinê amade bûn.

Di mîtîngê de parlamentera Dîe Lînke Nîcole Golke, endamên Meclîsa Şaredariya Munchenê Brîgîtte Wolf û Çetîn Oraner, nûnerê MLPD, nûnerê Coraje, nûnerên NAV-DEM û Komuna Jinê ya Sara axivîn.

Di mîtîgnê de belavoka NAV-DEM'ê hat xwendin û peyamên têkoşîna hevpar û piştgiriyê hat dayîn. Parlamentera Dîe Lînke Nîcole Golke di axaftina xwe de, êrîş û komkujiyên AKP'ê yên li Ewropa û Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd tên kirin, careke din lenet kir.

Golke anî ziman ku divê Elmanya têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxîne û firotina çekan bide sekinandin. Golke destnîşan kir ku divê zilma li Tirkiyeyê li Kurdan tê kirin, ji aliyê dewleta Elman ve were rexnekirin.

Di mîtîngê de ji bo konê HDP'ê yê roja Înê saet di 16:00 de li Marîenplatzê were vedan û mîtînga li dijî faşîzma AK'Pê ya roja Yekşemê saet di 16:00 a li Stachusta de, banga beşdariyê hat kirin.

...