YPG: Li Hesekê 2 şervanên me û 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku di êrîşa duh a li bajarê Hesekê de, 2 şervanên wan û 8 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel der barê êrîşa bombeyî de ku duh li bajarê Hesekê rû da, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya YPG’ê de ev tişt hatin gotin: “Duh saet di 12.00’an de li pêşiya nuqteyeke hêzên me ya li bajarê Hesekê êrîşeke terorîstî pêk hat. Di êrîşa ku bi wesayîteke bombebarkirî hat kirin 2 şervanên me û 8 hemwelatiyên me yên sivîl gihiştin şehadetê.”