Heyeta HDP, HDK, KCD û DBP'ê, piştî hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê civîneke çapemeniyê lidar xist. Li ser navê heyetê Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û destnîşan kir ku AKP û Erdogan di polîtîka şer de israr dikin. Yuksekdag diyar kir ku divê helwesta KCK'ê ya alîgirê çareseriyê ye, baş were nirxandin.
Heyeta HDP, HDK, KCD û DBP'ê ya li Başûrê Kurdistanê, du rojan li bajarên Silêmanî û Hewlêrê bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kir, piştî ku vegeriya Tirkiyeyê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek amade bûn.
Yuksekdag di destpêka axaftina xwe de ragihand ku wan li Başûrê Kurdistanê bi Rêveberiya Herêmê û partiyên komên wan li parlamentê hene re hevdîtin kirine û da zanîn ku ev gera wan, parçeyeke ji xebatên wan ên dîplomasiyê ye, ku demeke dirêj e dane destpêkirin.
'AKP-QESR ŞER DIJWAR DIKE'
Yuksekdag got, "Germa ya vê carê, ji yên beriya cuda hinekî cudatir bû. Hûn dizanin Tirkiye di rojên gelek giran re derbas dibe. Em di pêvajoya şer û pevçûnan de ne û civaka Tirkiyeyê di nava rageşiyekî gelek mezin re derbas dibe. Tevî ku weke HDP me ji bo aştiyê gelek xebat meşandin, hikûmetê û qesrê şerek da destpêkirin û niha vî şerî dijwar dikin. Li Tirkiyeyê pêvajoya wisa jiyîn ji qewimînên din ên herêmê re cûda nîn in. Aştiya Tirkiyeyê di heman demê de aştiya herêmê ye. Tirkiye demek dirêj ji bo aştiyê bi dest bixe têkoşîna aştiyê dide. Hemû hêzên demokartîk vê yekê dixwazin. Ji ber vê yekê em dibêjin aştiya Tirkiyeyê nabe ku ji aştiya heremê cuda bê nirxandin."
Yuksekdag anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo hemû gelên herêmê vegeriyaye kabûsekê û hewcehî bi têkoşîna hevpar a aştiyê heye. Yuksekdag bilêv kir ku wan di gera xwe de li ser rê û rêbazên têkoşîneke demokrasiyê ya herêmê, nirxandine.
'SERDANÊN NÛ JÎ WÊ HEBIN'
Yuksekdag destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de wê heyetên di nava koman ên parlementê yên hevpar pêk bên û ev ê her tim hevdîtinan bikin. Yuksekdag da xuyakirin ku hevditinên êdî pêk tên tenê bi heyetên navendî re bisînor namîne û di heman demê de wê heyetên din jî pêk bên û bi komên din re xebatên hevpar bimeşînin. Yuksekdag diyar kir ku gera wan ji bo xebatên heremê asta yekemîn e û wê di dema pêş de serdanên nû jî werin kirin.
Yuksekdag axaftina xwe wiha berdewam kir: "Aştiya Tirkiyeyê tê wateya aştiya herêmê û aştiya cihanê. Aştiya herêmê û Tirkiyeyê aştiya hemû cîhanê ye. Di çarçoveya gerê de hewcehiyên hilbijartinê û pirsgirêkên heyî jî hatin nirxandin. Di heman demê de me nûnertiya HDP'ê ya wir vekir. Partiya me wê li herêmê xebatên hilbijartinê bike û bi girseyan re civînan lidar bixe. Li wê herêmê nêzî 30 hezar hilbijêrên me hene. Ji bo karibin dengê xwe bidin wê xebat bên meşandin."
'ŞERT Û MERCÊN ÇÛYÎNA JI BO QENDÎLÊ TINEBÛN'
Yuksekdag têkîldarî pirsa ku heyet çûye Qendîlê yan na ev bersiv da: "Em neçûn Qendîlê. Me di civîna yekem de jî wekî heyet gotibû naçin Qendîlê. Şert û mercên çûyîna Qendîlê tinebû. Îro cihê ku hûn dibêjin Qendîl bênavber tê bombebarankirin. Li ser esasê muxatabiya siyasî de şertên hevdîtinê tineye. Ji ber vê yekê jî ji bo çûyîna Qendîlê me plansaziyek çênekir. Heta nûçeyên wekî çûne Qendîlê tên çêkirin. Hemû raya giştî, hemû mekanîzmayên siyasî, bala xwe dane çareserkirina şerê ku her diçe zêde dibe û yek ji aliyê vî şerî bi daxuyaniya xwe dikare pêşiya bêçalakîbûnê veke, diyarker e. Ji ber vê yekê jî hemû bal li ser vê xslê ye. Di şertên îro de pêwîstî hevdîtan bi Qendîlê re û avakirina têkîliya siyasî ye."
Yuksekdag pirsa çima çûn û hatina heyetan a li Qendîlê qût bû jî wiha bersivand: "Belê heyeta HDP'ê naçe Qendîlê ji ber ku desthilatdariya siyasî biryara şer da û hemû pire û têkilî xera kir. Hemû pir hatin xerakirin. Dîroka ku heyet êdî nekarî biçin Qendîlê dîroka ku qesrê pêvajoya çareseriyê rakir li ser refikan e. Kengî pêvajoya çareseriyê ji aliyê desthilatdariya rakir refikê ji wê rojê heta niha hemû têkîlî jî hatin qutkirin."
'DIVÊ DESTHILATDARIYA SIYASÎ, NÊZÎKATIYA KCK'Ê BAŞ BINIRXÎNE'
Yuksekdag der barê daxuyaniya Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû de jî wiha axivî: "Êdî pêdivî bi îradeyeke ku hemû muxataban bigire nava xwe û şer ji holê rake heye. divê misogeriya bêdengkirina çekan bê dayîn. Pêvajoya ku 30 salan hatiye ceribandin em wekî fîlmekî carake din temaşe dikin. 2 sal in cenaze nedihatin Tirkiyeyê, mirin di vî aste de nebûn. Piştî du salan hemû kesan ev pirs kirin 'çi bû ku me di nava vê kabûsê de xwe dît'. Sedmeke vê kabûsê daxwaza desthilatdariyê ye. Divê veger li rêya diyalogê be. Yek ji aliyan dibêje 'eger rewşa aloz ji holê bê rakirin, dawî li kuştinê bîne û xwe nêzî pêvajoya çareseriyê bike, ez amade me biaxivim'. Pêwîste desthilatdariya siyasî vê yekê baş binirxîne."
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ MEŞA NÎJADPERESTIYÊ
Yuksekdag têkîldarî meşa ku rêxistinên sivîl ên ku di pêvajoya 28'ê Sibatê de jî rol lîstibûn jî got ku armanca meşê xwedîlêderketina alê nîne û banga "bila alê nekin amûrê nijadperestiyê" kir. Yuksekdag nirxandina "Êrîşî ala li ber partiya me jî kirin. Em bawer nakin armanca meşa roja Pêncşemê hurmeta li hemberî alê ye. Tişta ku em rexne dikin ev e."