Di bin dorpêçiya polîsan de çalakiya piştgiriyê ji bo Rojava

Çalakiya piştgirîdayîna Rojava, ku ji aliyê komên antî faşîst ên Swîsreyî ve hat organîzekirin, di bin dorpêçiya polîsan de pêk hat.

Çalakiya piştgirîdayîna Rojava, ku ji aliyê komên antî faşîst ên Swîsreyî ve hat organîzekirin, di bin dorpêçiya polîsan de pêk hat.

Li bajarê Swîsre Bernê, komên antî faşîst ên Swîsreyî, bi armanca destekkirina xebatên ji nû ve avakirina Kobanê, li ber gara navendî ya Bernê çalakiyeke bi xwarinê organîze kirin. Bi destpêkirina çalakiyê re bi sedan polîs hatin qadê û dor li maseyên xwarinê yên ji aliyê ciwanan ve hatibûn amade kirin, girtin.

Komên antî faşîst, tevî dorpêçiya polîsan jî çalakiya xwe dewam kirin û piştî banga piştgirîdayîna ji bo Rojava kirin, awî li çalakiyê anîn.

Polîsên ku di bidawîbûna çalakiyê de kontrola nasnameyê kirin, 2 kes kirin binçavan.. Ciwanan nerazîbûn nîşanî binçavkirinê dan.