Polîsan li Nisêbînê zarokek birîndar kirin

Polîsên Tirk li Nisêbînê zarokekî 14 salî ji lingê rastê û milê çepê birîndar kirin.

Li navçeya Mêrdîn Mîdyatê li ser Pira Ahmet Kaya, ciwanan terora dewletê protestokirin. Lê belê polîsên Tirk bi bombeyên gazê û çekan êrîşî ciwanan kirin. Di gulereşandina polîsan de S.B. yê 14 salî ji milê xwe yê çepê û lingê xwe yê rastê birîndar bû.

Zarokê bi guleyên polîsan birîndar bû, ji ber ku Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, nekarîn rakin nexweşxaneyê. S.B. ji aliyê gel ve tê dermankirin. Hat ragihandin ku xeterî li ser jiyana S.B. nîne.