Li Edeneyê yek jê zarok 6 kes hatin binçavkirin

Li Edeneyê di serdegirtinên serê sibê yên malan de yek jê zarok 6 kes hatin binçavkirin.

Li Edeneyê di serdegirtinên serê sibê yên malan de yek jê zarok 6 kes hatin binçavkirin.

Li Edeneyê danê sibehê polîsan li taxên Daglioglû, Gulpinar, Firat û Gulbahçe yên girêdayî Seyhanê girtin ser malan. Di serdegirtinan de 6 kes hatin binçavkirin. Di encama operasyona ku encama wê nehat zanîn Rêveberê ÎHD’ê yê Edeneyê Ferdî Tûran Sonmez û zarokek jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê tên ragirtin.