Dewleta Tirk li fûara bazirganiya çekan hat şermezarkirin
Fûara bazirganiya çekan a li paytexta Îngilîstan Londonê hat protestokirin. Di çalakiya bi pêşengiya Ciwanên Azad û Meclîsa Gelê Kurd de dirûşmên "Brîtanya, bes çekan bifiroşe Tİrkiyeyê", "Qirkirina li Kurdistanê bisekinînin" hatin qîrîn.
ANF
LONDON
çarşem, 16 rezberê 2015, 11:22
Li Navenda Fûarê ya Excel, ku mezintirîn fûara bazirganiya çekan a cîhanê lê heye, Kurdên li Londonê dijîn û dostên wan, di serî de Tirkiye hemû dewletên bazirganiya çekan dikin, şermezar kirin.
Li herêmeke li pêşberî Excel Centre, bi pêşengiya Ciwanên Azad û Meclîsa Gelê KUrd çalakiyek hat lidarxistin. Çalakgeran kefenên bi xwîn li xwe kirin û dan xuyakirin ku bazirganiya çekan rê li ber mirinê vedike.
Di çalakiya duh de, ku Corporate Watch û Campaign Against the Arms Trade destek danê, banga li Qraliyeta Yekbûyî hat kirin ku bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê. Çalakgeran her wiha diyar kirin ku berpirsyarê herikîna penaberan ber bi Ewropayê ve, bazirganiya çekan e.
Çalakgeran xwestin li ber Excel Centre'yê çalakiya xwe bidomînin, lê belê polîsan nehiştin. Çalakgeran li ser vê yekê, li pêşiya navenda fûarê dirûşmên "Brîtanya, bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê", "Qirkirina li Kurdistanê bisekinînin" û ji bo beşdarên fûarê jî dirûşma "Ji xwe fedî bikin" qîriyan.
Çalakgeran, li ser mijarê belavok belav kirin û daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em niha yek ji mezintirîn fûarên bazirganiya çekan re şahidiyê dikin. Dewletên kujer ên li çar aliyên cîhanê komkujiyan dikin û mirovan ji bo berjewendiyên xwe mexdûr dikin wê beşdarî fûarê bibin. Di heman demê de nûnerên dewleta T.C jî wê beşdarî fûarê bibin. Pêşandana çekan, bombeyan, TOMA'yan, wesayîtên zirxî yên weke akrepan, pêşandana hewldana tinekirina mirovahiyê ye. Li dijî dewleta T.C a dest bi xwîn û hemû peymanên navbera dewletan, divê em ruhê piştgiriya hev, xurt bikin."
'LI DIJÎ FIROTINA ÇEKAN BO TIRKIYEYÊ, DIVÊ KAMPANYA WERE MEŞANDIN'
Çalakgeran bal kişandin ser polîtîkaya şîdetê ya dewleta Tirk li hemberî Kurdan dimeşîne.
Corporate Watch der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku polîtîkaya şîdetê ya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan dewam dike. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî firotina çekan bo Tirkiyeyê, divê kampanya were meşandin.