YDG-H: Pêwîst e em li derdora têkoşîna azadiyê bibin yek

Tevgera Ciwanên Welatparêzên Şoreşger got: “Em bang li tevayî ciwanên Kurd dikin ku di nav YDG-H’ê de xwerêveberiyên xwe yên mafekî meşrû ye biparêzin û li derdora têkoşîna azadiyê bibin yek.”

Tevgera Ciwanên Welatparêzên Şoreşger got: “Em bang li tevayî ciwanên Kurd dikin ku di nav YDG-H’ê de xwerêveberiyên xwe yên mafekî meşrû ye biparêzin û li derdora têkoşîna azadiyê bibin yek.”

Tevgera Ciwanên Welatparêzên Şoreşger (YDG-H) a daxuyaniyeke nivîskî weşand, ji ber berxwedana bi heybet a li Cizîrê gelê Kurd û ciwan silav kir. YDG-H’ê diyar kir ku gelê Cizîrê bi serhildan û ruhê berxwedanê yê nîşan daye careke din diyar kir ku diyarê Bêrîvanan e û wê timî wer bimîne bi nûkirina dîrokê nîşan daye û got: “Em mirovên me yên welatparêz ên di vê berxwedanê de li hebûn û azadiya xwe xwedî derket û şehîd ketin bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Di serî de malbatên şehîdan em sersaxiyê ji gelê me yê welatparêz re dixwazin. Wek egera dilsoziya bi şehîdên me re em careke soza pêşxistina têkoşînê didin.”

YDG-H’ê wiha dewam kir: “Li hemberî terora Erdogan ciwanên Kurd û gelê Kurd dest bi parastina xwe kir. Erdogan pêvajoya çareseriyê wek firsendekê dît, ji bo pergala seroktiyê û xwe parastinê jî pergala polîsê taybet a di ti qanûnan de nîne ango qilifê DAIŞ ê bûye polîs rêxistin kir. Bi vê hêza tarî re li Kurdistanê teror belav kir. Li hember vê ji bo gelê Kurd ji bilî berxwedanê ti rê û rêbaz nehatiye hiştin.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 24’ê Tîrmehê ve li hember gelê Kurd êrîşeke topyekûn hatiye destpêkirin.

YDG-H’ê di daxuyaniya xwe de got ku êrîşî nirxên madî û manewî tên kirin û wiha dewam kir: “Li hemberî êrîşan ti baweriya gel bi dewlet û saziyên dewletê nemaye. Li hember van biryar girtiye ku li ser esasê xweparastinê xwe bi rê ve bibe. Ji ber baweriya gel bi dewletê nemaye.

Li Cizîrê, hêzên tarî ku li hember gel êrîş pêş xistin paş ve hatin xistin, nikaribûn têkevin taxan. Di encama berxwedana ku li hember van êrîşan 9 rojan dom kir gelek windahiyên hêzên tarî çêbûne, lê neçar mane ku van windahiyan veşêrin. Nêzî 40 mirî û qasî wê jî birîndarên wan hene. Her wiha 12 wesayîtên zirxî yên wekî wesayîtên îmhayê bi kar dianîn jî derbeyên giran xwarin. Di encam de hêzên tarî têk çûn û rastiya gelê berxwedêr bi ser ket. Gelê Cizîrê, li xeta heval Êrîş û 3 hevalên li gel wî yên teslîmiyet qebûl nekirin û bi qehremantî li ber xwe dan, xwedî derket û Cizîrê îspat kiriye ku xeta berxwedana gelê Kurd e. Li hember vê berxwedanê hêzên tarî matmayî mane û li hember gelê me bê ku kal, zarok, jin, ciwan guhdar bikin, komkujî pêk anîne. Cizîr xistin dorpêçê û xwestin navçeya 120 hezar kes lê dijîn, sûcdarê potansiyel nîşan bidin, komkujiyê bikin. Ev planên hêzên tarî ciwanên Kurd û gelê Kurd bi berxwedanê vala derxistin. Em di vê berxwedanê de welatparêzên ku wezîfeya xwe pêk anîne di destpêkê de ciwanên Kurd, gelê Kurd silav dikin. Pêwîst e ev berxwedan li giştî Kurdistanê belav bibe û her der bibe Cizîrê. Tenê wisa em dikarin qirkirina ku hêzên tarî dixwazin li hember gelê Kurd pêk bînin, bi dawî bikin.”

YDG-H diyar kir ku gelê Kurd û ciwanên wê tenê dikarin bi vî ruhê berxwedanê, xwerêveberî û azadiya xwe bi dest bixe û wiha got: “Em wek YDG-H dibêjin, em ê biryara mafê rewa ya xwerêveberiya meclîsên gel îlan kir heta dawiyê biparêzin û ji bo bikeve meriyetê jî em careke din diyar dikin em ê berxwedana xwe bidomînin. Ji bo vê jî em bang li tevahî ciwanên Kurd dikin ku di bin bane YDG-H’ê biryara mafê xwe yê rewa yê xwerêveberiyê biparêzin û li derdora têkoşîna azadiyê kom bibin. Ev berxwedan ji bo tevahî ciwanên Kurd şeref û rûmetek mezin e. Roj roja azadî û serketinê ye. Ev wezîfeyek dîrokî ya li ser ciwanên Kurd e. Ciwanên Kurd wê ti êrîşên li hember gelê xwe û Rêbertiya xwe qebûl neke û bê bersiv jî nehêle.”