Baydemîr ji Meclîsê xwest qewimînên li Cizîrê lêkolîn bike

HDP'ê, der barê qetilkirina sivîlan li Cizîrê de, ji Meclîsê xwest lêkolînan bike.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, ji bo lêkolînkirina sedema qetilkirina sivîlan li Cizîrê, pêşnûmeya lêkoşînê pêşkêşî Meclîsê kir.

Baydemîr di pêşnûmeya xwe de ragihandin ku di dema qedexeya derketina derve ya navbera 4-12'ê Îlonê de, li navçeya Şirnex Cizîrê hiqûq bi awayekî cidî hatiye binpêkirin, sivîlan jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir ku ev yek ji aliyê parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên li bajêr ve ji raya giştî re hatiye ragihandin.

Baydemîr ragihand, ku tevî pitik û mirovên extiyar 22 kesan jiyana xwe ji dest dane û da zanîn, ku heyeta ji 2 wezîran, parlamenterên HDP'ê û Heyeta Şopandinê ya Komeleya Mafên Mirovan ji ber astengiya hêzên dewletê nekarîne bikevin nava bajêr.

Baydemîr diyar kir ku di nava 9 rojan de, bi awayekî li dijî pîvanên dewleta hiqûqê qedexe dewam kiriye, ji ber qedexeyê welatiyan nekarîne pêwîstiyên xwe yên bingehîn ên rojane peyda bikin û destnîşan kir, ku sekvanan jî li nava bajêr yek bi yek mirov qetil kirine. 

Baydemîr ji bo aşkerabûn û tespîtkirina bûyerên li Cizîrê qewimîne û ev rastî bi raya giştî re were parvekirin xwest, komîsyona lêkolînê ya meclîsê were avakirin û li navçeyê lêkolînan bike.