Demokratên Sosyal ên Swêdî: Pêwîst e Tirkiye şer bi dawî bike û vegere ser maseyê
Heyeta Swêdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lêkolîn kir, bang li hikûmeta Tirk kir ku bila şer rawestînin û ji nû ve vegerin muzakereyan. Heyetê got: “Divê êrîş û bombebaranên Tirkiyeyê ne li hember Kurdan be, li hember DAIŞ’ê be.”
MURAT KUSEYRİ
STOCKHOLM / ANF
çarşem, 16 rezberê 2015, 16:32
Heyeta Swêdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lêkolîn kir, bang li hikûmeta Tirk kir ku bila şer rawestînin û ji nû ve vegerin muzakereyan. Heyetê got: “Divê êrîş û bombebaranên Tirkiyeyê ne li hember Kurdan be, li hember DAIŞ’ê be.”
Heyeta Swêdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lêkolîn kir, bang li hikûmeta Tirk kir ku bila şer rawestînin û ji nû ve vegerin muzakereyan. Heyetê got: “Divê êrîş û bombebaranên Tirkiyeyê ne li hember Kurdan be, li hember DAIŞ’ê be.”
Hefteya bihurî heyetek ji Swêdê di nav de parlamenterên Partiya Karkerên Demokratên Sosyal û rêveberên Navenda Olof Palme jî cih digire hat Kurdistanê. Heyeta ku ji 9 kesî pêk tê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ziyaret kir; bi nûnerên HDP’ê, CHP’ê, hikûmet, şaredariyan û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin pêk anîn.
Parlamenterên Kurd ên Partiya Karkerên Demokratên Sosyal Lawen Redar û Serkan Kose nêrînên xwe yên der barê hevdîtinên li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi me re parve kirin.
Lawen Redar, diyar kir ku dema li Kurdistanê û Tirkiyeyê bûn rewşek hinekî aramî hebû, lê piştre rewş her çû xerabtir bû û şer gihişt asteke bilind. Rayer wiha axivî:
“Ger dema em li vir bûna, şîdet û mirin wek niha bûna; me karibû helwesta xwe ya li hember şer bi hevokên zelaltir jî diyar kiriba. Me her tim hêvî kir û xwest bila şîdet kêmtir bibe û bi dawî bibe. Me xwest ku PKK’e û hikûmeta Tirk ji nû ve vegerin ser maseyê û muzakereyên aştiyê bidomînin. Destpêkê em çûn Enqere û me xwest ku em bûyeran ji rayedarên hikûmetê û partiyên siyasî fêr bibin. Piştre jî me xwest em werin Kurdistanê û bûyeran di cih de bibînin.”
WALLSTROM BI DEMÎRTAŞ RE DI NAV TÊKÎLIYÊ DE BÛ
Wek partî, me vekirî got ku em li dijî van kiryaran e. Wezîrê me yê Karên Derve Margot Wallstrom, dema heyeta HDP’ê diçû Cizîrê, her tim bi Selahattîn Demîrtaş re di nav têkîliyê de bû. Pêşketin ji nêz ve dişopand. Ji Wezîrê Karên Derve yên Tirk re got ku ev bûyer nayên pejirandin û fikrên xwe bi medyayê re parve kir. Swêd qedexeyên kolanan û dorpêçên li hember Cizîrê û Sûrê bi temamî red dike. Wallstrom ji bo şer bi dawî bibe û ji nû ve muzakere destpê bikin, bang li her du aliyan jî kir.”
Swêd ji bo hilbijartinên di 1’ê Mijdarê de çêbibin jî bi fikar e; ji ber ku ewlehiya jiyana gel nîne. Hate ziman ku van fikarên xwe bi rayederan Tirk re parve kirine.
Destnîşan kir ku ji derveyî rayedarên Hikûmetê, li Kurdistanê û Tirkiyeyê her kes li dijî şer in û dixwazin muzakere ji nû ve destpê bikin, berpirsê şer jî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan nîşan didin.
Serkan Kose got ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê hikûmetê polîtîkayên şer xistiye meriyetê, ji ber vê jî li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hêviyên mirovan dilîzin û mirov dipirsin bê ev şer ji bo çi destpê kiriye.
DIVÊ TIRKIYE NE KURDAN DAÎŞ’Ê BOMBERDÛMAN BIKE
Redar û Kose diyar kirin ku hê nêrînên xwe yên Tirkiye û Kurdistanê nekirine rapor û bi raya giştî re parve nekirine, di rojên pêş de wê vê raporê amade bikin û ji raya giştî re ragihînin. Ji hikûmeta Tirk dixwazin ku şer rawestînin û ji nû ve vegerin muzakereyan û ev gotin, “ Divê Tirkiye êrîş û bomberdûmanên wê ne li hemberî Kurdan be, li hemberî DAIŞ’ê be.”