Pêwîstî careke din bi girtina polîsê kujer nehat dîtin!

Di doza qetilkirina Emrah Demîr ê bi fîşeka polîsan hat kuştin de, tevî ku gumana sûc xurt heye jî, biryar hat dayîn ku bersûc Denîz G. neyê girtin.

Rûniştina destpêkê ya doza bi qetilkirina Emrah Demîr ji aliyê polîs Denîz G. ve destpê kir, piştî ku biryara li ser 'kuştina bi zanebûn' hat dayîn, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Karşiyakayê hat dîtin.

POLÎSÊ KUJER XWEST KONTROLA EDLÎ DAKEVE ROJEKÊ

Di rûniştina dozê de bersûc Denîz Guven, xizm û parêzerên malbata Emrah Demîr ê hat qetilkirin amade bûn.

Bersûc Denîz G. îfadeya der heqê wî de hat dayîn qebûl nekir û bi îdîaya 'heqaret' û 'gefa çekdarî' giliyê birayê Emrah Demîr Umît Demîr kir. Denîz G. xwest tedbîra kontrola edlî ya der heqê wî de hatiye dayîn, weke rojekê bê kêmkirin.

DADGEH: TÊ RÛNIŞTINÊ, PÊWÎSTÎ BI GIRTINÊ NÎNE!

Parêzera Malbata Demîr Nezahat Paşa di rûniştina dozê de xwest li şahidê rastî yê bûyerê Kadîr Namal bê guhdarîkirin. Parêzer Paşa her wiha xwest keşif bê kirin.

Dadgehê bi hinceta ku piraniya delîlan hatine komkirin, daxwaza parêzeran a keşfê û girtina bersûc red kir. Dadgehê biryar da ku ji ber navnîşana bersûc diyar e û tê her rûniştina bang lê tê kirin, biryar da ku darizandin bê awayekî negirtî, pêk were. 

Rûniştina dozê ji bo 10'ê Mijdara 2015'an hat taloqkirin.

Li navçeya Îzmîr Menemenê, di 12'ê Kanûna 2014'an de, kesê bi navê Emrah Demîr bi xizmên polîs Denîz G. re nîqaş kiribû û Denîz G. jî bi çeka xwe yekser gule berdabû Demîr û ew qetil kiribû.