Dev ji vê dînîtiyê berdin

Wezareta Karên Hundir, ji bo şehîdgehên li 14 bajaran werin rakirin fermanname ji walîtiyan re şand. Parlamenterên HDP'ê bal kişandin ser vê fermannameyê û gotin, "Encam wê giran be. Dev ji vê dînîtiyê berdin."

Serokkomar Erdogan û AKP, ku xeyala serokatiyê û desthilatdariya bi tena serê xwe dikirin, lê xeyalên wan li ber avê çûn, di çarçoveya konsepta xwe ya şer a li dijî gelan de vê carê berê xwe dan şehîdgehan.

Bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk ji walîtiyên li bajarên Kurdan re fermannameyek 'dizî' hat şandin û ji walîtiyan hat xwestin, ku 14 şehîdgehan îmha bikin.

Di fermannameyê de hat gotin, "Bi operasyoneke berfireh re bila goristan û muştemîlatên rêxistina terorê werin xerakirin û agahî ji Fermandariya Giştî ya Jendermeyan re bê dayîn."

Wezareta Karên Hundir ji Walîtiyan xwest li bajarên Agirî, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Dêrsimê vê operasyonê bimeşînin.

Parlamenterên HDP'ê, ev fermana "êrîşa li hemberî şehîdgehan" nirxandin û destnîşan kirin, ku goristan yek ji cihên pîroz ên civakê ye. Parlamenteran gotin, "Destwerdana li goristanan wê sebra civakê bifûrîne."

'GORISTANA LI DÊRSIMÊ BÎRA CIVAKÊ YE'

Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn bibîr xist, ku nîşandana hurmetê ji bo cenazeyan û goristanan, di nava nirxên her gelî de heye û got, "Di nava civaka me de ev hesasiyetek, zêdetir e."

Şahîn da xuyakirin ku goristana li bajêr ne tenê gorên gerîla ne, hestiyên mirovên di sala 1938'an de hatin qetilkirin jî li heman goristanê hatine veşartin û got, "Ev der hiş û bîra civakê ye, ku gihaştiye roja îro."

Şahîn destnîşan kir ku destwerdana li goristanan wê were wateya fûrandina sebra civakê û got, "Mirov dixwazin hurmet ji jiyana wan re bê nîşandan. Dixwazin di rewşeke demokratîk a hemû cihêrengî lê tê qebûlkirin, bijîn."

'DEV JI VÊ DAXWAZÊ BERDIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî got, "Hewldaneke bi vî rengî wê dînîtî be." Sariyildiz anî ziman ku gel di mijara goristanan û şehîdgehan de gelekî hesas e û destnîşan kir ku yên di van goristanan de radizên, zarokên vî gelî ne."

Sariyildiz bal kişand ser pîvanên şer, ku destwerdana li goristanan qedexe dike û got, "Destwerdana li goristanan, li şehîdgehan wê sebrê bifûrîne û rê li ber pêvajoyeke ku kes nikare pêşî lê bigire veke. Ev nêrîna kê be, divê tavilê dev jê berde. Em hêvîdar in ku wê tiştekî bi vî rengî nekin. Ji ber ku ev yek wê pêşî li karesateke mezin veke. Bila dev ji vê daxwazê berdin. Hêvîdarim fermannameyeke bi vî rengî nehatiye weşandin."