Li Swêdê çalakiyên Kurdistaniyan

Li Swêdê, çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên desthilatdariya AKP'ê û dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan bênavber dewam dikin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, bi qasî 100 Kurdistanî, ji bo balê bikişînin ser êrîşên li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî HDP û gelê Kurd tên kirin, duh bi şev heta ber destê sibehê li ber Parlamenta Swêdê bûn. Danê sibehê jî, dosyaya li ser binpêkirinên mafên mirovan ên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, radestî rayedarên parlamentê û nûnerên partiyên siyasî kirin.

Ji çalakgeran Evîn Akbaş ji televîzyona dewletê ya Swêdê re axivî û got, "Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û sekinandina komkujiyan, em li vir in. Em dixwazin Parlamenta Swêdê û partiyên siyasî, li hemberî vê rewşê helwestê nîşan bidin."

Li bajarên Swêd Halmstad û Vesterosê jî, êrîşên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd hatin şermezarkirin.

Televîzyona dewletê ya Swêdê ragihand ku bi qasî 100 Swêdî, Kurd û Tirk, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê li navenda bajarê Halmstadê meş û mîtîngek lidar xistin.

Rojnameyên herêmî yên li bajarê Vestoros jî dan zanîn ku duh danê nîvro bi qasî 70 çalakgeran komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kirine. Ji çalakgeran Tarik Fîlîz ji rojnameyê re axivî û got, "Kurd rastî êrîşê tên. Sivîl, zarok tên kuştin. Tirkiyeyê soz da li dijî DAIŞ'ê şer bike, lê belê li hemberî DAIŞ'ê şer nake, alîkariyê dide DAIŞ'ê."

...