Li Dresdenê ji bo Cizîrê kon hat vedan

Li Elmanyayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike, didomin.

Bi heyetên ji Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Dresden; Chemnîtz, Leîpzîg û Magdebûrg re, komkujiyên dewleta Tirk li Cizîrê û tevahiya Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin.

Bi vê armancê li ber avahiya parlamenta eyaletê kon hat vedan û kon wê heta roja Înê vekirî be. Di çalakiyê de parlamenterên Die Linke yên Dresden û Sachsenê amade bûn. Parlamenteran di hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, ji HDP'ê re serketin xwestin.