Stenbol, Manîsa, Dîlok, Sêrt: 10 kes hatin binçavkirin, kesek hat girtin

Li Stenbol, Manîsa û Sêrtê 10 kes hatin binçavkirin, li Dîlokê jî kesek hat girtin.

Tevî êrîşên leşkerî û qetilkirina sivîlan, operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê dewam dikin. 

STENBOL: Li navçeyên Stenbol Pendîk û Kartalê di serdegirtinên malan de, tevî rêveberên HDP'yî herî kêm 8 kes hatin binçavkirin. Di dema serdegirtinan de helîkopterên polîsan jî hatin bikaranîn. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

MANÎSA: Li navçeya Manîsa Sarûhanli, danê sibehê di serdegirtina malekê de rêvebera berê ya HDP'ê ya Sarûhanliyê Gulcîhan Şîmşek hat binçavkirin. Şîmşek a bi hinceta beşdariya li çalakiyên li navçeyê hat binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

DÎLOK: Li Dîlokê ciwanê bi navê Mûstafa Îzcî (19) yê pêr bi şev hat binçavkirin, piştî ragirtina li emniyete anîn edliyeyê. Li dû îfadeyê, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" dozgeriyê ew sewqî 2. Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê kir. Încî hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê.

SÊRT: Li Taxa Aştiyê ya Sêrtê, polîsên tevgera taybet danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinê de welatiyê bi navê Atar Taşçi (45) hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetêy a Sêrtê. Hat ragihandin ku polîsan di dema binçavkirinê de gefa kuştinê li malbata Taşçi xwarine.