Berxwedana Cizîrê li Madrîdê hat silavkirin

Li paytexta Spanya Madrîdê, bi armanca silavkirina berxwedana Cizîrê û protestokirina êrîşên dewleta Tirk, meşek hat lidarxistin.

Li paytexta Spanya Madrîdê, bi armanca silavkirina berxwedana Cizîrê û protestokirina êrîşên dewleta Tirk, meşek hat lidarxistin.

Meşa ji aliyê Komîteya Piştgiriya gelê Kurd a Rojava ve hat organîzekirin, ji rawestgeha Metro ya Înglesîada heta ber Konsolosxaneya Tirk dewam kir.

Di meşê de girseya gel bi zimanên Spanyayî, Kurdî û Tirkî ji bo PKK, HPG û Cizîrê dirûşme qîriya û gihaşt ber Konsolosxaneya Tirk. Di meşa ku zêdeyî sê sed kes lê amade bûn de li ser navê komîteya amadekar axaftin hat kirin.

Endamê komîteyê ragihand, ku dewleta Tirk bi awayekî kevneşopî, daxwazeke biçûk a Kurdan jî bi rijandina xwînê û komkujiyê tepiandiye. Hat destnîşankirin, ku bi îlana xwerêveberiyê re gelê diyar kiriye ku ew polîtîkayên zordar ên dewleta Tirk nas nake û dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Meş piştî axaftinan bi dawî bû.

...